[Li Konfirenseke hevpar a berpirsên partiyê û serekhêzên pêşmergan ]
15.04.1967
Wergerandina ji Erebî bo Kurdiya bakur: Cankurd
Jêder:
Hebîb Muhemmed Kerîm – Li ser kelepora nishtimanî ya Barzaniyê nemir-
Çapxaneya Xebat-1991

Ji dîrokê ra
Cankurd
2007
Sergotina wergêr
Hîç ne asan e, ku mera wergerandinee sedased ji Erebî bo Kurdî bike, lê dîsa
jî min bizava xwe kir, ku ez van axiftina giranbiha bo xûshk û birayên, ku bi
Erebî nizanin, werbigerînim bo Kurmanciya bakur, da ewan jî di vê meha, ku tê
da sedsaliya ji dayik bûna serakê nemir da, gotineke wî ya giring
bixwênin…Dibe ku hinek wêje ne sedased wek di metnê erebî da bin, lê ji xwe
ew axiftin di dema xwe da bi Kurdî bûye…Ta ji min hat, min wateyên vê axiftinê
nasîn û ez dixwazim wan bêjeyên serakê me yê nemir bo we pêshkêsh bikim.
Gorbehishtê mezin Mele Mustefa Barzanî di vê axiftinê da, wek her
gundiyekî kurdê çiyayî rast û dirist dipeyive, bê peyvên mezin ên akadêmiyan
an serokan, lê ew bi asanî bo heval û hogirên xwe yên dilsoz, bo pêshmergeyên
xwe yên qehreman axiftina xwe li ser biratiyê, berdestiya gel, ji hev
hezkirinê û fedekariya ji bo kêsheya netewî dike, û wek diyar dibe; ew weseka
xwetêkoshînî dike, û ji wan hêvî dike, ku jîna xwe wek wî di ber gelê xwe yê
binzor da bi tevayî bidin.
[Cankurd]

Axiftina Serakê nemir
Mele Mustefa Barzanî]
Birayên xweshewîst…
Assalamû Eleykum
Ez gelek serbilindim bi kurên gelê me, ku pêrgî zehmetî û êshên giran hatine
di va dema dirêj da ji vêketina shorisha me da û ta va roja me. Ewên ku germî
û sarî, girtin û mirin û shwêranî dîtine. Wan mêranî, berxwedan û wêrekî ciyê
shanaziyê ne bo me tevan û ciyê pêxweshiyê ne ji dûroka gelê me re di dema xwe
ya niho da û di pasheroja wî da.
Ewê ku ta niha bi cih hatiye shanazî û dilshadî ye û seriyên me bilind dike.
Ew qehremanî, xîret û wêrekî ya ku gelê Kurd diyar kiriye û wan qehremaniyên
bi rûmet, ku Kurdan di vê shorishê da kirine, tevî kêmbûna kanînên wî û tevî
we xinizî û zor û sîtema, ku bi ser da hatine, ew li ber xwe dide û di ber xwe
têkoshînê dike, em wek vê li çi derê û li ba çi netewan ji urdistanê pê ve
nabînin.
Ewê ku bi seriyê gelê Kurd hatiye, tenê dora % 4 ji xelkê li der ve pê
bihîstiye, lê gava shorishek li derve çêbibe û tenê
çar karên qehremanî bên kirin, ewan wekî sedî tên diyarkirinê ji ber ku kes
hene alîkariya wan bikin û bo wan çareyên bangeshîniyê hene û kes hene
pishtvaniya wan bikin û li gel wan rawestin, lê tishtê li Kurdistanê bûye, bê
alîkarî û pishtvanî ji kesekî ve çêbûye, û bi çekên kêmbiha li hember hêzek
mezin a zorbaz û sîtemkar.
Berxwedan û tewat û bargiraniya, ku gelê Kurd di van salan da diyar kiriye, bi
seriyê gelên dî ne hatiye, û eve ji me re ciyê serbilindî û shanaziyê bi gelê
me ye, ji ber ku ewê bi ser gelê me da hatiye ji kanîna mirovan mezintir e.
Wek min gelek carin din gotiye, ez li vir jî dîsa dubare dikim, ku ev shanazî
ne tenê bo ewên tiving li mil, lê belê bo teviya cotkarên Kurd e û bo teviya
jin û zarok û ciwan û pîremirovên Kurd e, ji ber ku ku wan gish tev li
shorishê û van karên qehreman8 bûne û pêrgî tehlî, êsh, xishim û bobelatan
hatîne.

Birayên xweshewîst…
Di her shorishekê û her tevgerekê da li vê cîhanê, ku bo berdestiya netewekê
çêdibe, pêwîst e kar û bar bi dest wan berpirsan da be, ku berdestiya gel li
ba wan di ciyê pêshîn da
ye û bi neykirina xwe û ji bîrkirina bercewendî û daxwazên xwe yên kesanî
dixebitin, û her karekî, ku tê da bercewendiya gel heye, dikin tevî ku ew kar
dij bi bercewendî û dilxwaziyên wan ên xweyî bin… û ewê ez dixwazim we niha
pê agahdar bikim, hîç wek rexneyê bo kesekî ji nav xwe nebînin, û ez naxwazim
hûn guman bikin, ku ez kesekî rexne nakim…
Di van xalikên, ku ez bînim zimên da, ez xwe jî rexne dikim gava karin min
ziyanê bigihînin shorishê û ziyanê bo wê û bo gel bînin…
Divê hemî histobariyêd xwe û çawa bi cîhanîna wan zor bi diqet bizanin, û
her berpirsekî di shorishê da bo bercewendiya shorishê kar nake û xwe nade ber
histobariyên xwe, hîngê ew dibe neyarê me û ew dibe berdestekî dilsozê neyarên
gelê me…
Divê em têbigihînin gel çi dixwaze, em tgihînin hevkarî û hevgirtinê, û em
wateyên Kurdayetî û netewayetiyê binasin.
Berpirsê dev ji bercewendiyên shorishê bo bercewendiyên xwe yên kesanî berde,
an ewê bo tijîkirina berîkên xwe û bo bi destxistina hodeya diravî kar dike,
an jî bo sermeziniya vala…Kesê wusa nabe wek Kurd bite jimartin û ew nikane
berdestiya shorishê bike.
Bo nimûne: Eger komîtiyek herêmî ya partî li vir hat avakirin û yek li wir, û
eva yekem têkçûn bo ya dî xwast, tenha ku bê gotin; ev bash e û ya dî têkçû
ye, an jî serhêzek binxistina serhêzekî dî bixwaze, da bê gotin ew bashtir e û
serkeftîtir e, ev ne hishmendî ye û ne ji hîsê netewî ye û têkiliya wê bi jîna
partînî û shorishîn tune ye. Netewayetî û partîniya shorishîn a rast ewe, ku
em bi hev re alîkarî û hevkariyê bo bercewendiya gelê xwe bikin.

Goriyên me gihan 2000 shehîd û dibe bêtir bin, evana giyanên xwe yên paqij di
ber vê netewê û vî nishtî da û bo mafên me yên ji dest hatine girtin dan, û
wek min gelek caran gotiye; ew xelasiya me ye ji van sîtemkariyên her mayîne,
da ku ji me re mafê raydayînê di vê rûdanê da hebe. Da mafê bi karanîna
hishên me û bi destxistina zanînê û sergeranê “îdarekirinê” û xwendinê,
û bi destxistina her kar û barekî bi welatê me ve girêdayî bo me jî hebe, da
ku ji me re mafê biryarstandinê hebe û mafê neykirinê û mafê em bikaribin wek
her mirovekî bê êshkishandin û zordarî bijîn û gava hêrishek bi ser me da bê,
bo me destin bi hebin, ne hêlin kes zora me bibe û bi qirkên me bigire, me bê
bihin bike…
Eve, û ez tika ji we tevan dikim, ku hûn bi hev re, bi dil in sade, alîkariya
hev bikin, û we ji wan bedkariyan biparizin, ewên ku di nav me da û di nav rên
me da ji me ra bibin neyarin mezin, û eger em wek bira û bi dilsozî û wefadarî
alîkariya hev bikin û bo bercewendiya gishtî têkoshînê bikin, û eger hemî
bercewendiya Kurdistan û shorishê deynin ser bercewendiyên xwe yên taybet, wê
hêzek nikanibe mafên me daqirtîne û wê kesek nikanibe bavêje ser gelê me.
Birayê min…
Malê dinyayê ne ewqas biha ye, ku em bo wî rûmeta xwe ya netewî û nishtimanî
ji dest bidin, û divê xwarina xwesh û bi rûn, û dosheka nerm bercewendiya gelê
me ji bîra me nebin.
Binêrin li milyonerên kurd ji xudan samanên mezin, ku alîkarî bo shorisha gelê
xwe ne dane, li wan binêrin çawa nebed û qerêjin di çavên tevan da! Saman
rûmetê nîne, mal û saman eger bo bercewendiya gel ne hatin dayîn dibin jêdera
serjêrî û rûreshiyê.
Me hîç ne bihîstiye, ku rojekê dûrokê pesna mirovekî daye ji ber ku xwarinek
xwesh dixwar û li ser doshekek nerm radiket. Tenê ewên, ku zehmetî dîtine, kul
û êsh bo nisht û gelê xwe dîtine û bê westan xebitîne, bo rakirina sîtemê ji
ser xwe hatine bi navkirin. Erê, tenê bi rûmetê, hevkariyê, biratiyê û
harîkariyê di nav we da, hûn dikarin bibin ciyê serbilindiyê bo tevan.
Min berê gelek got û li pêsh we dîsa jî dubare dikim;
ewê ji tevan cîhnizimtir, ez berdestê wî me, ez ne serakê kesekî me û ez
naxwazim bibim serakê kesekî…lê ez dixwazim bibim birayekî we, berdestiya we
bikim û hûn bibin bira û pishtegîr ji min re û em tev bibin kurên vê netewê û
berdestiya wê bikin, û em nefsên xwe ji xweheziyê, ezeziya vala û çavlêyên ne
dadmend daweshînin, em jîr bin û haj xwe bikin ji neyarê xwe.
Divê em rastîniya xwe ji bîr nekin û bila di ser me re lawazî û fêlbazî derbas
nebin, ne bi hatina parçeyek kaxedê, ne bi peyvekê û ne jî bi derewekê.
Pêshverûtî ewe, ku em bo zanîn, hishmendî, mirovatî û nefspaqijiyê bixebitin,
û em bi bi bawerî, dilsozî û dilpakî berdestiya gel bikin, ewê bi vî alî ve
kar neke, kî dibe bila be, ez wî pêshverû nabînim, û ewê çavêd wî li mal û
namûsa xelkê ne, ewê davêje ser wan û zordariyê li wan dike û rizabûna Xwedê û
ya xelkê winda dike, hîç nabe ji mirovan bite jimartin.
Birayên xweshewîst…
Ez tika ji we dikim, ey lawên hêja yên gelê me, hûn pishtgîriya partiya xwe
roj bi roj bikin û bi hêztir bikin, rêk û pêktir bikin û bêtir jê re alîkar
bin, çiku gava saziyên partiyê bash û bi hêz bin û livbaziyêd wê bi diqet bin,
wê hêzêd me bêtir xort bin û rewsha gel wê çêtir be. Wateya partî saziyên gel
in, hêzên me û hemî encumenên dî, ku parekin ji gel.
Hîç shorishek bê rêberiya partiyek sazend bi ser nakeve, û gava ez dibêjim
partî, mebesta min ew partîyê dilsozê gel û bercewendiyên wî ye û mebesta min
ne ew komik e, ku li (Mawet) zordarî û îtemê li gel dike û xwe bi partî
navdike.
Wilo ye eger em ji shorisha xwe ra serketinê dixwazin, divê em tev, ez, hêzên
me yên çekdat û gel, pishtgîriya vê partiyê xwe bi dilsozî bikin.
Nabe em serokatiyê û mezinahiyê bidin ber çavêd xwe…kî xudan jêhatinên
pêwîst e û wan jêhatiyan di berdestiya gel ke, gel ji xwe wî ji xwe re serak
dibîne, û eger kanîna min, bo nimûne, ne bes e bo sergerana (10) pêshmergan û
min xwast ez bibim fermandarê fesîlekê an seriyekê, ne bo tishtekî, tenê bo ku
navê min bêtir bibirîse, ew serokatî wê wek rûnishtina li ser pîkinekî gevshê
hishk be, bi zûkî dê bishke û ezê bikevim xarê û stûyê min jî wê ji ber wê
yekê bishike.
Qehremanî û berdestiya rastîn, ewe ku tu her karekî bi te hatiye pesartin, bi
wefadarî û fedekarî bikî û berdestiya gel li ber çavên te be.
Niyeta qenc û berdestiya rastîn egereke bo serketina shorishê, ezezî û nîfaq
eger di nav me da hebin, ew berdestiyeke em ji neyarî re pêshkêsh dikin û
neyartiyeke em bo xwe û bo gelê xwe dikin.
Her yekê ji we histobariyekê ji xelkê hildigire, divê ji pêrewên xwe bêtir
êshê hilgire, û eger yek ji wan birshî bû, divê xwarina xwe bide wî, ji ber ku
yê mezin barê yê biçûktir radike… û eger min xwe bi serek navkir, sherm e bo
min ez têr û tijî bim û ez li pêsh xwe yekî ji min biçûktir heye
ji nêza dinale, hema eger ez ji nêza re mirim û min yekî hejar ji birçîbûnê
rizgar kir, ew bo min rûmetek mezin e.
Mirovatî ewe, ku tu xweshiyariya xwe bo ewên binzorkirî û belengazan gorî
bikî, û em nikanin berdestiya gelê xwe bikin, eger li ba me alîkarî û rûhê
fedekarî û qurbaniyê tune be…
Divê hûn bash bizanin, ku em bi çekan tenê bi ser nakevin, ne bi standina pare
û ne jî bi avêtina ser ên din û bi kushtin û ziyanpêgihandina wan, emê bi
serkevin dema dilên me ji hev re paqij bin, û dema li ba mezin û biçûkan ji
hev re hîsên hezkirin û rêzgirtinê hebin.
Em bi ser dikevin dema her Kurdek bashî û nebashiya birayê xwe yê Kurd wek
bashî û nebashiya xwe binase û em ji hev re rastiyar bin, û ez li gel te bim,
alîkarê te bim gava pêwîstiya te bi min hebe û gava ez birçî bûm, tu ji nanê
xwe bidî min,
tu pishtvaniya min bikî gava hawara min giha te û ez alîkariya te bikim gava
hawara te bigihe min. Divê em ezeziyê deynin alîyekî… Tu kurê vî gelî yî û
ez jî kurê vî gelî me, ez bo vî gelî dixebitim û tu jî bo vî gelî dixebitî.
Hevpeyvîna kovara
„El-Mecelle„ li gel
Serok Mesûd Barzanî
Jimar (1018) 15-21.
8. 1999
Mesûd Barzanî ji „ El-Mecelle„ re, li ser
pêwendiyên tevgera kurdî bi çend serwer û serokên Ereb re diaxive.*
Xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz helwesta Siû’dî Erebistan teqez kir bi
gelê Îraqî re.
Û padiah
Feysel di derfetin dijwar de alîkariyene mezin bo kurdan pêshkêsh kir.
Ebdilnasir hevdîtin bi Mela Mustefa re li Qahêrê çêkir. Û Erefat ez rizgar
kirim, pishtî bizava kushtina min li Viyêna.
Hiwarî Bomdyên sedema telama me ye, li sala 1975
an.
Sedam Husên wêrek bû di morkirina Adarê de.
Padishah
Husên du caran hevdîtin bi Mele Mustefa re çêkir, û Miryod El-Tel berborî
shand Kurdistan.
Hevpeyvîn li Kurdistana Îraqê
Salih El-Qelab
Serokê Partiya Demoqrata Kurdistan Mesûd Barzanî li ser pêywendiyên
bavê xwe Mela Mustefayê Barzanî bi çend serwer û serokên Ereb re
diaxive; destpêk ji serokê Misrê ya kevintir Cemal Ebdilnasir û dawîbûn bi
serokê Îraqê Sedam Husên re.
Axaftinek di navbera bîranîna û tomarkirina helwestan, ji wan helwestan,
rihmetî padishah Fêysel kurê Ebdilezîz Al-Siû’d alîkarîn binirx pêshkêshî gelê
Kurd kirin di pêvajoyeke çetintirîn pêvajo ya ku tê re borî, û xizmetkarê
herdu cihên rûmet û pîroz padishah Fehid teqez kir ku Siûdî Erebistan yê
bimîne bi gelê Îraqî, û yê bimîne ligel Îraq û yekîtya Îraqê. Axaftina ku
taybet ji kovara „El-Mecelle „ re rêwaneke ronîkirin û
sknandinin bilez di çatin sereke de. Di wa çatan de padishah Fehid û padishah
Feysel, padishah Husên û Cemal
Ebdilnasir û serok Hafiz El-Esed û serokê Filestînê Yasir Erefat û serokê
Cezaêrê yê borî Hiwarî Bomidyên, serokê
Tûnisê El-Hebîb Borqêbe. Her wisa di axaftinê de xeberdanin divê ku bibin
riyine gelemperî pehin û bîranînin dirêj, aniha deqa hevpeyvînê:
*
Kî bû yekemîn serokê Ereba yê riya fêmkirinê bi tevgera kurdî re vekir ji
destpêkê de?
-
Yekemîn Serokê Ereb, li gorî agahiyên min ku pêwendî bi tevgera kurdî re
danîne rihmetî serok Cemal Ebdilnasir bû, ew pêwendiyan cihê xwe pêhtir girtin
pishtî vegera bavê min mule Mustefa ji Moskoyê di sala 1958 an, vegera xwe bo
Îraq di Misrê re bû, û hevdîtin bi serok Ebdilnasir re li Qahêrê çêkir. Di wê
hevdîtinê de pêwendî xurt bûn û berdewam bûn ta mirina serok Ebdilnasir di
sala 1970.
*
Xuristiya wa pêwendiya çawa bûn?
-
Alîkarîk caneyî (manewî) bû; di riya axaftinên ku Cemal Ebdilnasir
dikirin, û gotarên ku Mihemed Hesenên Heykel di rojnameya El-Ehram de
dinivsandin, teva – di sînorin çemberkirî de- ji ber mafê gelê kurd ve
berparêz dikir.
Di êrîsha mezin sala 1963 an de, ya li ser gelê kurd, Ebdilnasir li dijî
rawestî; di wê salê de hemû dewletên herêmê xwe dan serhev; Îraq û Êran û
Tirkiyê, û mixabin Sûriyê jî li dijî gelê kurd, lê Ebdilnasir ashkere li dijî
van dewletan rawestiya.
Ewî Hikumeta Îraqê çend caran shîret kir ku fêmkirinê bi tevgera kurdî re
çêbike, û tu roj ji rojan pishtgirî neda sherê dijî gelê kurd, her wisa neyîna
mafê gelê kurd jî nekir, tevî ku di asteyin sînorkirî de bû, lê di wê derfetê
de tishtekî mezin bû.
*
Ji xeynî hevdîtina sala 1958 an, ya tu li ser axiviye, tu hevdîtinên dîtir di
nav bera Mela Mustefa û Ebdilnasir de çêbûn, û ma di navbera wan de
gihîshtinhev di riya berboriyan berdewam bûn?
-
Hevdîtina sala 1958 an di navbera Ebdilnasir û Mela Mustefa de dubare nebû, lê
gihîshtinhev di riya berboriyan de berdewam bûn, wekî nimûne, mamhoste Celal
El-Talbanî di sala 1963 an de hevdîtin ligel serok Cemal Ebdilnasir çêkir,
pêre hebû Fuad Arif û SHewket Ekrawî yê ku nûnertiya tevgera kurdî dikir li
Qahêrayê di wê demê de.
*
Ma Misrê di koçebira (çerxa) Ebdilnasir de, alîkariya leshkerî, an
diravî pêshkêshî kurda dikir?
-
Misrê tu alîkarî leshkerî yan diravî ji tevgera kurdî re pêshkêsh nekir. Lê
dema nûnerê me di destpêka salên shêstî de, li Misrê bû hin alîkarî diravî
distan, ji bo mesrûfa bîrûwa li wir.
*
Ma Misrê di wê demê de alîkariya we nedikir, di çarçova ragihandinê?
-
Belê, û îzgeyek kurdî li Qahêrê di sala 1957 an de vekir.
*
Ma ew berî yekîtiyê û berî shorisha temûzê bû?
-
Belê.
* Merema te ku ew bixwe programek bû di çarçewa yezga Misrî de?
-
Belê, ew programek bû di çarçewa yezga Misrê de, û ew ji bo gelê kurd bû jî.
*
Ma tu ne bawerî ku ew helwesta Ebdilnasir girtî wekî qerez bû ji shahê Îran
re, yan ji rêjîma melekî li Îraqê?
-
Ez bawerim ku qerez bû ji teva re, û Ebdilnasir dostê gelê kurd bû, û bi mafên
wî re bû, û dilshewitiyê wî bû, lê ta çi sînorî, ta çi dûrbûnê ez nizanim, û
helbetê di eynî demê de dijîtiya rêjîmên borî li Îraq û Sûriyê û Tirkyê û
Iranê dikir.
*
Kî hat Kurdistana Îraqê wekî nûner ji ber Ebdilnasir ve?
- Dema ku Emîn Hiweydî balyozxanê Misrê bû li Bexda, gihîshtin hev li gel
tevgera kurdî, her wisa ligorî Hesen Sebrî El-Xolî. Xên jî vê jî, hin
xeberdarên alavên ragihandina Misrê yên ku dihatin Kurdistanê name bixwe re
tanîn.
*
Pishtî avakirina Cimhuriyeta Yekbûyî Erebî, û pishtî Sûriyê bû perçê dîtir ji
va Cimhuriyetê , ma tu gihîshtin hev di navbera we û Ebdilnasir de, dema ku li
SHamê dihat dîtin çêbûn?
-
Ew hevdîtina ku min bîska çûyî xeber dayî, ya ku pêkhatî di sala 1958 an, di
navbera Ebdilnasir û Barzanî pishtî yekîtiyê bû, û ew hevdîtin li Qahêrayê
pêkhat ne li SHamê.
*
Lê te hevdîtin bi Ebdilnasir re çêkir?
- Mixabin na.
Ma we ew pêwendiya berdewam kir, gava Sadat bû serok li Misrê?
- Belê, gihîshtin hev di navbera mule Mustefa û Sadat de hebûn, nûner ji ber
me ve, ji wan birayê Samî Ebdilrehman çûn Qahêrê û hevdîtin bi Sadat re
çêkirin, û name ji Barzanî dan wî û hin berpirsyarên Misrê.
*
Ligorî serok Hisnî Mubarek, ma pêwendî berdewam bûn?
- Min bixwe çend name ji serok Hisnî Mubarek re shandin, û pêwendî pêsh ve
çûn bi Misrê re di çerxa serok Mubarek de, hin berboriyên fêrmî çûn Qahêrayê,
lê li min divê ez nîshan bikim ku pishtî sala 1975 an hema wek qitbûnek di
navbera me û Misrê de çêbû, û birayên Misrê nehazir bûn ku pêshewaziya tu
berpirsyarê tevgera kurdî bikin, û va rewsha berdewam bû ta pishtî sherê
kendavê yê duwem.
Serok Hafêz El-Esed
*
Li gorî serok El-Esed?
-
Rastî li min divê di vê babetê de bi dademendî biaxivim. Serok El-Esed deriyê
Sûriyê di sala 1976 an li pêsh me vekir, dema ku
hat pêshberî me astengek kushtwar pishtî peymana Cezaîrê ya navdar di navbera
Îraq û shahê Îran de. Min li dawiya sala 1976 an serdanek li SHamê xist, di wê
demê de xwîn ji me dihat bi egera tevn û beshtkera mezin ya hatibû rêsandin li
dijî gelê kurd di sala 1975 an. Ew pêwendî ta roja îro man, û ji dîrokê re
dibêjim ku serok El-Esed rêza me ta dortirîn sînor girt, û dan û standinek
birayetî û rêzgirtî bi me re kir.
*
Ma hevdîtinên te bi serok El-Esed re berdewamin?
- Belê, hevdîtinên min bi serok El-Esed re berdewamin, û ji sala 1976 an de
dora shesh caran min ew dîtiye, her carê ez diçûm
SHamê min ew didît.
*
Li gorî serwerên Sûrî yên borî, berî hatina serok El-Esed
bo deselatê. Ma pêwendiyên we bi wan re xwesh bûn?
-
Nexêr, wekî hûn dizanin hêzine Sûrî, bi serkêsheya Fehid El-SHaê’r hevbesh bû
li rex hêzên Îraqî li dijî me di sala 1963 an.
*
Tê gotin ku we alîkariya Sûriyê girt di riya rêvebirê parastinê yê borî
Ebdilkerîm El-Cindî di dema serokê Sûrî yê kevintir Nûredîn El-Etasî. Ma
ev yeka
ha rast e?
-
Na, ne rast e, divê hin name gihabin me, lê me tu alîkarî di wê koçebirê de
negirt, û bi çi rengî ji rengan.
Padishah Husên
*
Ma di navbera we û padishah Husên de hevdîtin hebûn, û di çi demê de?
-
Bavê min mule Mustefa pêhtirî du hevdîtina bi padishah Husên re çêkir, her
wisa birayê min î rihmetî Idrîs dor çar caran hevdîtin pêre çêkir.
*
Ew
hevdîtinan li ku pêk hatin?
-
Li Eman û li Tehranê û li hin paytextên Ewropî pêk hatin.
Idrîs hevdîtin carekê li Emanê, û carekê li Londinê, û carekê yan li Êranê, an
li Siwêysrayê, nema karim bînim bîra xwe.
*
Ligorî hevdîtinên mule Mustefa, li ku pêk hatin?
-
Mela Mustefa hevdîtin du caran bi padishah Husên re çêkir,
ew pêwendiya dest pê bûn di destpêka shêstî de,
pishtî shorisha Êlûnê. Bi rastî padishah Husên ta sînoreke mezin berketiyê
doza kurdî bû, û di demeke gelek derûn êsh de alîkarîk
diravî ji me re pêshkêsh kir, tevî ku ew alîkariya bixwe nîshanî bû, lê
nîshankiriyeke wê mezin hebû. Û ew pêwendiyên xurt
bi padishah Husên re berdewam man ta mir, Xwedê rihma xwe lê bike, tê bîra min
ku di salên heftiyî de shandyarek ji dîwana padishahî rêkir ba me li
Kurdistan, ew mamoste Meryod El-Tel bû.
*
Gihîshtinheva dawî di navbera padishah Husên û we de kengî bû?
- Bi têlê (telîfon) bi min axivî di sala 1996 an, ew
axaftina dora katjimarekê bi temamî bû.
*
Di wê têlnameyê de li ser çi hûn axivîn?
- Ew axaftin pishtî bazdana Husên Kamêl bo Urdin
bû.
*
Ma gelo axaftina we li ser Îraqê bû?
- Axaftin bo Îraq û duwaroja Îraq bû, wekî diyare ku padishah Husên di wê
demê de pêlana Fêdraliya Îraqî pêshkêsh kiribû, loma têl vekir, da ku nirînên
min jî li ser wa pêlanê bistîne.
*
Ma merema te, Fêdraliya Sinî, SHêî’, Kurdî ye?
-
Belê, axaftin li ser wa babetê çêbû.
*
Ma helwestên we di vê babetê de çi bûn?
- Min jêre got, em rêzgirtineke payebilind ji nirînên wî re digrin, û gelê
Kurd tucarî bashiyên wî ji bîr nake, her wisa em pêwendiyên wî bi bavê min re
ji bîr nakin, û min jêre teqez kir ku wê rola Urdinê mezin be li gorî çi
çareyê girêdayî bi duwaroja Îraqê, min jêre got ku va babeta girintirîne, lema
wê bihewciyî giftûgoyeke pire mende be, ewî jî nirîna xwe berda ser ya min.
*
Lê ma çima tu neçû Emanê, ji bo giftûgoya va babetê bi padishah Husên re?
-
Rastî mijola min bi derfetên me yên hundir nehêtin,
wekî tu zanê
erê
hundir li Kurdistanê destpêkir û ji ber wê min nikarîbû navçe berda.
*
Ma te tu vexwendin ji padishah Husên bo serdana
Emanê negirtin?
-
Xwedê rihma xwe lêbike di bilindtirîn pileya nezaket (nazik) de bû, ez
vexwendim bo serdana Emanê, lê pir mixabin derfetên hundirî nehêshtin
ku ez wa vexwendinê pêk bînim.
*
Ew gîshtihevna bi padishah Ebullahê Duwem re berdewam bûn?
-
Belê, pishtî mirina padishah Husên me berboriyek (girop) shand bo
sersaxiyê pêshkêsh bike, û ji bo nûkirina hewasa berdewamiya pêwendiyên dîrokî
yên di navbera Urdinê û tevgera kurdî de.
Padishah Ebdullah dilxwesh bû bi va destpêkirinê, û
vexwendina ku rihmetî bavê wî ji min re rêkiribû dubare kir, û rastî ez bi
dilgermî dixwazim va vexwendinê di nêzîktirîn fersend de bi ci bînim.
Pêwendî ligel Siûdiyê
* Lê pêwendiyên we bi Siûdî Erebistan re çine, ma we hevdîtin bi xizmetkarê
herdu cihên rûmet û pîroz, padishah Fehid re çêkir?
- Min hevdîtin pêre çêkir di sala 1993 an li Cedayê, ez di nav berboriya
Nishtimanî Îraqî de bûm, û me jê guhdariyek pire
mende, li ser alîkariya mezin ya ku Siûdî Erebistan pêshkêshî Îraqê kiribû
çerxa cenga Îraq û Îranê, bi rastî hewasa xweyî mezin li ser duweroja Îraqê û
li ser yekîtiya wî, û amadebûna Siûdî Erebistan bo rakirina êsh û azara li ser
gelê Îraqî.
Rastî ev cara yekemîn bû ku min xizmetkarê herdu cihên rûmet û pîroz dît, lê
baweriyek xurt ligel pêda kir, bi dilsozî û hewasa xwe li
ser Îraq û gelê Îraqê.
*
Li gorî pêwendiyên we bi Siûdî Erebistan re, ma hîn berdewamin?
-
Belê bi teqez, Siûdî Erebistan dewleteke bingehîne li herêmê û giraniya wê û
rola wê ya bandor heye, em zor hewesdarin bo berdewamiya pêwendiya vêre û em
wê agahdar dikin li ser hemû tishtê girêdayî bi
duwaroja Îraqê û çareserkirina doza kurdî.
*
Ma kengî pêwendiyên we ligel Siûdî Erebistan re
destpêkirin?
-
Pêwendî kevin û xurt û cîgirtî bûn bi rihmetî padishah Feysel re, û rastî ewî
alîkarîn mirovatî mezin û girîng ji me re pêshkêsh kirin. Ji layê me,
tucarî emê nikaribin wa alîkariya ji bîr bikin.
*
Ma gîshtinhev, di navbera padishah Feysel û Mela
Mustefa de hebûn?
-
Belê, û pêwendîn cîgirtî û bash û berdewam bûn.
Pêwendî li gel Mexrib
*
Li gorî Mexriba roava, tu pêwendiyên we bi Hesenê Duwem re hebûn?
- Li gor zanebûna min, mixabin hîç tu pêwendî
tunebûn.
*
Ma we tu bizav di va warî de nekirin?
- Bi rastî me bizav nekir.
*
Ma hûn nizanin ku rola Mexribê di siyaseta Erebî û
Cîhanî de heye?
-
Em vê yekê dizanin, ew jî teqeze; ku em meraq dikin ku pêwendiya ligel Mexribê
deynin, lê belkîm me shopa ku têre dest bi pêwendiya bikin nedîtiye.
Pêwendî ligel Cezaîrê
*
Gelo pêwendiyên we ligel serokê Cezaêrê Hiwarî Bomdyên hebûn?
-
Rihma Xwedê lê be, lê gelê kurd bîranîn xweyî tehl bi Hiwarî Bomdyên û giropê
wî re hene.
*
Çima ew bîranînên tehl?
-
Ji ber ku endizyarê, xwedî rola herî mezin bû di peymana sala 1975 an bû, di
navbera shahê Îranê yê kevin û Îraqê binavçîtiya Kîsincir, û ew peymana ya ku
divêt bû neyê girêdan li ser erdê Cezaîrê, ewa ku
Hiwarî Bomdyên roleke mezin tê de lîst, ku li gor gelê Kurd xishm û bela bû.
*
Ma di pêre we bizav nekir ku hûn rewshê sersaz
bikin bi Cezaîrê re?
-
Ezê ne dorî rastiyê bim, ger ez bibêjim, Kurd bi hemû nirînên xwe, û bi tevayê
rêkxirawên xwe hest dibûn bi êsh ji Bomdyên û Cezaîrê ta dortirîn sînor.
*
Ma ev li ser Elî Binbîlla dimeshe?
-
Na, tucarî, gerek bû ku berî demakî min hevdîtin pêre çêkiriba, lê bûyerek
binav çêbû, ewê nehêsht hevdîtin çêbe, lê gîshtinheva me
pêre berdewamin.
*
Ew çi bûyer bû?
-
Divêt bû bihata dewleteke Ewropî bo em hev bibînin, lê bûyerek
engirî
(inif) li balafirxanekê çêbû kir ku neyê.
*
Ji bo vekirina rûpeleke nû, ma te pîroznamak ji Ebdilezîz Boteflîqe re
neshand, pishtî serketina wî li helbijartinên dawî?
-
Rastî min tu nameyên wisa neshandin, û ez bawerim ku ezê newêrek bim nameyek
wiha birêkim, ji ber ku ew wezîrê derve yê Cezaîrê bû dema peymana sala 1975
a, hat girêdan, ew bixwe endizyarê wa peymanê bû, û ji min bawer bike ku gelê
kurd ne mum kine bipijrîne ku ez nameyeke pîroziyê
jê re birêkim.
Pêwendî li gel Tûnis
*
Lê tishtê girêdayî bi Tonisê ve, ma pêwendiyên we bi serokê kevin El-Hebîb
Borqêbe re hebûn?
- Belê, hevdîtinin bi El-Hebîb Borqêbe re çêbûn, lê ne
bi bavê min Mela Mustefa Barzanî re, lê bi nûnerê me yê kevin li Qahêrê
SHewket Ekrawî yê ku nameyek ji serokê Tûnisê yê kevin re bir û bersiva nameyê
ji Barzanî re anî, ez bawerim ev hevdîtina yan li sala 1965 an yan di sala
1966 an de çêbû.
*
Ma pêwendî berdewam bûn?
-
Na, berdewam nebûn.
Rêxistina Rizgarî ya Filistînî
*
Kengî pêwendiyên we bi serokê Filestînê Yasir Erefat re destpêbûn?
-
Pêwendî bi Bavê Emar re pêwendîn kevnin, û tu qursh neketinê, ew berdewam bûn
, û em bi hêvînê berdewam bin heta heta. Bavê Emar
li gel me bû di zortirîn nîr û zehmetirîn derfet de.
*
Kengî wa pêwendiya dest pêkir, ma hevdîtin bi mule Mustefa re çêkir?
-
Mixabin, hevdîtinek wiha çênebû, tevî bizavên meyî berdewam, sedema wê jî ku
birayên me li Bexda li dijî wê hevdîtinê
bûn.
*
Li gorî te, te hevdîtinê pêre kiriye?
- Belê.
*
Ma li ku bû ew hevdîtina?
-
Cara yekem min li Bexda hevdîtin pêre çêkir, pêre gîshtin hev bi têlê û
nameyan berdewam bûn di navbera me de, û ji agahdariyê re dema bizava
kushtina min li Viyêna hatî kirin di sala 1979 an, destpêkirin ji wî de; ku
alîkarekî xwe û pasportek ji min re shand, û ji min re cihekî amnet amade kir,
belkîm ne ji wa alîkariya bi nirx ba ya ku ez ji bîr nakim, zehmetîn mezin
pêrgî min bihatana.
*
Ji layê siyasî ve helwestên Filestînî çi bûn?
-
Helwesta Filestînî ji berê de û ta niha bi mafên gelê kurd re ye.
Pêwendî li gel Yemen
*
Pêwendiyên we li gel Yemenê hebûn?
-
Pêwendiyên me bi Yemena bashûr re hebûn, ew pêwendiyan di çerxa Ebdilfetah
Ismaîl dest pê bûn, pêre berdewam bûn di dema Salim Rebî´i
Elî, û di çerxa Elî Nasir Mihemed, û rastî pêwendiyên min ta roja îro
berdewamin bi Elî Nasir Mihemed re.
*
Û bi serok Elî Ebdulla Salih re, pêwendiyên we hene?
- Na.
Seddam Husên
*
Te hevdemiya hemû serokên Îraqî kir, Ebdilkerîm
Qasim û Ebdilselam Arif û Ebdilrehman Arif û Ehmed Hesen El-Bekir pêre Sedam
Husên, kîjan ji wan, bi baweriya te ku di dema wî de fersenda çareserkirina
doza kurdî hebû?
-
Ez bawerim ku Ebdilkerîm Qasim cihêyî ji yên din bû, ji ber ku pir pêshkêshî
kurda û Îraqê kir.
*
Li gorî serok Sedam Husên. Ma girêdanên te yên taybet pêre hene?
- Divê em rastiyan wek heye bi bîr bînin, pishtî vegera Partiya Ba´is destlat
kirt di sala 1968 an, rêjîma li Bexda hemû shêwe teqîkirin ji bo shorisha
kurdî kûr (tune) bike, li vir ez bawerim ku leshgervan mîna: Ehmed
Hesen El-Bekir û Salih Mihdî Emash û Herdan El-Tekrîtî yên tûjtir bûn. Di wê
demê de baskê sîvîl di partiyê (P. Ba´s) hîn rewsh bi dest xwe
ne xistibûn, lê pêre û pishtî beravêtina êrîsha
leshkerî li ser me, biryar kete destên baskê sîvîl bi serokatiya Seddam Husên,
û Seddam Husên roleke mezin lîst di gîshtinheva peymana yazdehê adarê sala
1970 î.
Dema giftûgo li ser peymanê çêdibûn, Seddam Husên
zor çîk (wêrek) bû, di nirînên û helwestên xwe de, û rastî ne ji
çîkîtiya Sedam Husên ba, ewên dîtir li ser peymanê mor nedikirin, divê vê
rastiyê em bi bîr bînin. Lê ligorî tishtê pê re çêbûye, ev tishtekî dîtire.
*
Ligorî çerxa padishahî, pêwendiyên wî bi we re çawa bûn?
-
Ingilîz bi xwe problêm bûn di çerxa pasheyî de, û rastî kurda dilxweshiyek bê
hempa bi padishah Feyselê yekem anî, gava deselat li
Îraqê bi dest xwe xist. Problêma me di wê demê de bi
Ingilîz re û bi destyar (tembîvan) Ebdil Îlah û serok wezîr Nûrî
El-Seîd re bû.
* (Hevpeyvîn ji
Erebî wegeriye kurdî.)
••••••••••••
Hevpeyvîna rojnameya
Asharq Al-Awsat
Di hejmara 7480′ê de, roja 22.05.1999
li gel serokê PDK yê hêja

Masûd Barzanî
Barzanî:
Kosovoya Iraqê wê dijwartir û mezintir be ji Kosovoya Yûgislaviya
(Ji belavokên PDK-
liqê sheshê li Europa)
“Rojnameya Asharq Al-Awsat di hejmara 7480′ê de roja 22.05.1999, li gel
serokê Partiya Demokrat a Kurdistan, hêja Masûd Barzanî,
hevpeyvînek dirêj belav kir. Ji ber giringiya vê çavpêketinê û derketina wê di
demeke zirav de û ji ber ku ew hevpeyvîn bi E’rebî bû, me wergerand bo
Kurmancî, ta xwendevanên me yên ku bi E’rebî nizanin, têbigihînin, ka hêja
serok Masûd Barzanî di vê qonaxa dawiyê de çi dibêje.”
Barzanî:
Kosovoya Iraqê wê dijwartir û mezintir be ji Kosovoya Yûgislaviya.
Rojnameya Asharq Al-Awsat bo hevpeyvînê, ku Salêh Al-Qallab li
gel Kak Masûd Barzanî kiriye, ev sergotin nivîsandiye:
(Ev
axiftina li ser sê rêçivên serekîne: Têkilî li gel fermandariya navendî li
Bexda, têkilî li gel YNK û serkêshê wê Celal Talebanî û têkilî li gel
PKK’ya (tirkî) pishtî girtina serkêshê wê Abdullah Öcalan, bi serkêshê
Kurdan re li Kurdistana Îraqê Masûd Barzanî, di hindir konekî
“xîvetekî” de, di rojeke bahozî de, li ser tepê çiyayê Hesen Begê, li
nav zincîra çiyayên bilind, ku li ba wan sînorên îraqî-îranî û tirkî digihin
hev û din. Masûd Barzanî diviya bû, ku ev çavpêketin bi wî re di vê
herêmê de, ku yek ji kelehên bavê wî Mela Mustefa Barzanî bû agirdana
shorisha kurdî bû, çê bibe.
Gava Masûd Barzanî ji me re li ser pevçûnên di navbera Kurdan û
leshkerê îraqî de, ku çawa li wan herêmên çiyayî yên çetin de pêk hatine, rave
dikir, ew di xwe de disojî û dubare dikir:” Xwedê ji wan re biborîne! Em jî
û xwe jî wêran kirin, û me dikarî van hemû can û kanînên, ku yên gelê Iraqê
bûn, biparasta.”
Di vê axiftinê de serokê kurdî yê îraqî hishyar dike, ku eger shashiyek bite
kirin û careke dî sher di navbera Bexdad û
Kurdan de bite nûkirin, wê Kosovoya îraqî ji Kosovoya Yûgislavî mezintir be.)
(Hevpeyvîn)
*
Hinde rijtên “takîdên” amerîkî hene, ku dema guhartinê di Îraqê de
nêzîk bûye, û Amerîkan we dixînin nav hejmartinên guhartina sazumana Seddam
Husên. Ma hûn bawer dikin, ku ev livbaziya guhartinê wê hema pishtî qedandina
pirsa Kosovo destpê bike?
*
Bi rastî pirsa Îraqê û mishextkirina Kurdên wê, berî pirsa Yûgislaviya û
mishextkirina Albanên Kosovo bû. Wek hûn dizanin, destpêk li vir bû. Kurd li
bakurê Îraqê ketin ber livbaziyên mishextkirina bi darê zorê û lewre hêzên
hevbend ketin di nav de… Ya kevintir li vir bû, li Kurdistana Îraqê bû…
Di warê guhartina sazûmana Bexdadê de, bi rastî, dema kongrêsa amerîkî pilana,
ku bi navê “Rizgarkirina Îraqê” ji me re rave kiriye, me nêrîna xwe di
vî warî de, bi ashkereyî diyar kir û ewan agahdar kirin, ku em napejirînin;
navê me
têkeve lîsta hêz û layên, ku pêwîste alîkariyên Amerîka bo guhartinê ji wan re
bên. Me ev helwest girtiye, ji ber ku ji me ra, pirsa pash guhartinê
giringtire ji pirsa guhartinê, û ji ber ku berî axiftinê li ser çobûna Îraqê,
pêsheroj û çobûna gelê Kurd di Îraqê de divê bên naskirin. Bo van hemî pirsan
ta niha bersivên zelal nînin. Lê li ser tev lê bûna me, di civat û dan û
standinên, ku li ser pirsa guhartina sazumanê li Îraqê de, me guftegotin
kirine, wan guftegotin jî li ser bingeha lêgera bo pêsheroja Îraqê û çobûna
gelê me çêbûne, û nabe em xwe ji van hemî rewshguhirînan bi dûr xînin… Lê
bila ew neyê wê wateyê, ku hemî tishtê li derve tê raxistin, li gel nêrîn û
helwestên me ye.
*
Ma hûn pêdihoshin, ku tishtek di pash pishtên we re di vê warî de çê dibe? Ma
hene çi layên, ku hinde tishtan ji ber we vedishêrin?
*
Bê guman hinek rêçivên weha hene û em xwe mîna parekê ji wan layan nabînin. Em
bawerin, ku van rêçiv pilanin bi zirarin bo pêsheroja Îraqê, eger ewan pilanên
xwe bi cih bînin û têde bi ser kevn.
*
Li vê dawiyê agahdarî li ser giringiya, ku herêma Kurdistana Îraqê bibe
shanoya livbaziyan û bibe herêmeke civandina hêzan, bo guhartina sazumana
serok Seddam Husên, belav dibin. Ma ev hemî bê zanîna we çê dibe? Ev pilan ji
we re hat raxistin an ne?….
*
Me tishtekî wilo nebihîstiye û ev tisht bi shêweyekî fermî û ashkere bo me
nehatiye gotin, lê eger ew bo me bi fermî bite ravekirin jî, ji ber ku ev
karekî rast dijware, em nikanin bipejirînin, ku herêma Kurdistanê bibe xala
destpêkê, eger bo me darijtin û garantî tune bin, ku wê pêsheroja Îraqê pirlay
û demokrat be û eger çareyeke federal bo pirsa kurdî nebe. Ta niha li ser van
mijarên cewherî yên bo me nalivîne û dev jê naye berdan, bi me re nehatiye
peymankirin, lewre em napejirînin an jî nahêlin, ku Kurdan têxin nav pilanên
wilo, bêyî ku ev gel di serî de bizane, pêsheroj û çobûna wî, û pêsheroj û
çobûna Îraqê dê çawa be.
*
Mebesta we ewe, ku ji we nehatiye xwastin; herêma Kurdistanê bibe herêma
civandina hêzan, ji ber ku ew herêmeke “rizgarkirî” ye, mirov dikare ji wir de
bilive bo guhartina sazumanê?
*
Ev daxwaz bi shêweyekî fermî negihîshtiye me, û ewê ku ez di vî warî de
dizanim; li ber me ev mijar hat guftegotinê, me jî nêrîna xwe bi her ashkereyî
û ruhnî diyar kir û me got, ku em vê yekê napejirînin, ji ber ku têxistina
gelê me di dijwariyê de heye, bê ku bo wî garantiyên xweya hebin, ne ji aliyê
parastina wî ve û ne jî ji aliyê çobûn û pêshesroja wî ve.
*
Li gorî gotina we be, tê fêmkirin, ku pêsheroja Kurdan di Îraqê de, ne ji
aliyê Wilayetên Yekbûyî (USA) ve û ne jî ji aliyê hembervaniya îraqî ve,
nehatiye guftegotinê?
*
Ta niha ev pirs bi firehiyên giring û pêwîst, bi hûrikî nehatiye guftegotinê û
me berçav kir, ku ta niha di navbera deselatiya amerîkî û Kongrês zelalbûna vê
yekê tuneye.
*
Ma ev ne li hev hatin li ser pêsheroja sazumanê di Îraqê de ye jî, ji xeynî ku
ew li ser çobûn û pêsheroja Kurdên Îraqê ye?
*
Eger tu bêhtir hûrikiyê dixwazî, pêwîste em bibêjin, ku di pirsa pêsheroja
Kurdan de bêhtir ruhnî heye ji ya pêsheroja Îraqê. Pishtgirtineke bi rijtin û
bi gishtî, bê hûrlênirîn, bo
çareya federal ji Kurdistana Îraqê re heye. Hema bo berevaniya “mua’areza”
îraqî, em ta niha li ser pêsheroja Kurdan û li ser çareya federal ji
Kurdistana Îraqê re, negihane li hev hatinekê.
Em ta niha hîn di koçbera dan û standinê û ji hev pirsînê de ne, û bi rastî em
nizanin, wê van dan û standin bigihin kê derê.
Berevaniya îraqî
*
Berê û ji nêzîk salekê ve, te ev rojname agahdar kiribû, ku tu nikarî li gel
berevaniya îraqî, bi shêweyê wê yê niha bixebitî. Ma niha tu hîn li ser wê
helwestê yî?
*
Me çi caran têkiliya xwe ji berevaniya îraqî nebirriye, lê di wê demê de jî,
em nikanin xwe bikin tenha pireyek ji vê
berevaniyê re, bi ser ve jî, ez bawerim; wê berevaniya, ku li derveyî welête,
di pêsherojê de, sira xwe bilîze, lê niha ez bawer nakim, ku ew kanibe
tishtekî bi diristî di Îraqê de bike. Kar niha li ser milê berevaniyê dimîne,
eger wê çareya federal bo Kurdistana Îraqê biryar kir û xwe ji serî ve bi
pêsherojeke demokrat ve, ji Îraqê re, girêda, û li ser bingeha pirlayaniya
ramyarî, mera dikare bi hev re li ser vê mijarê bipeyive. Hema eger armanc
tenê guhartina
sazumanê be, bê ku garantiya binxêzkirî hebe, ku shûngir “alternatîv”
wê bashtir be, em nikanin gelê xwe têxin astengiyeke bi vê teherê û vê
dijwariyê…
*
Kî rewsha we çavpê dike, digihe wê encamê, ku hûn di rewsheke çavlê bûnê de
mane, ma ev tishtê nenasê, ku hûn çavlê dimînin, çiye?
*
Pêwîste ez bipejirînim; ev pevçûna, ku li ser Îraqê heye, ji kanînên me
mezintire û ji bo vê em dikanin tenê çavdêriyê bikin, ta hemî tisht ji me re
ruhn bibin û em bizanin, ka ev pevçûn kî ve diçe. Raste, ku em tev di
keshtiyekê de ne û ew jî keshtiya Îraqê û herêmê ye, lê bi rastî sergerana vê
pevçûnê di herêmê de ji kanînên me û ji kanînên teviya herêmê mezintire.
*
Têkiliyên we bi berevaniya îraqî re ya li derveyî welêt hene, ma van têkilî li
gel hemî hêzên berevaniya shîî’ re jî hene?
*
Erê, bêguman. Em bi gishtî parçeyekin ji vê rewshê û têkiliyên me bi hemî
layên berevaniyê re hene, û ji ber ku em dixwazin tishtê li ser pêsheroja
Îraqê û pêsheroja gelê
me di Kurdistana Îraqê de dibin, bizanin, lê li gorî zanîna min, “Meclîsa
Bilind” neketibû wan hevdîtinên dawiyê yê berevaniyê li gel berhevkirê
amerîkî, hema têkiliyên wê yên dulayî û bê navber li gel dewletên ku bi kar û
barên Îraqê û vê berevaniyê re mijûlin hene, mîna Wilyaetên Yekbûyî û
hinek dewletên europî.
*
Hinek çavdêr li derve, di wê bîr û baweriyê de ne, ku ne Wîlayetên Yekbûyî û
ne jî Îran ji dil de dixwazin sazumanê li Îraqê biguhêrin. Ev raste an ne, û
egera vê tunbebûna shûnbirekî ye, an jî guhartina sazumanê hîç di binî de naye
xwastin?
*
Ez dibînim, ku astenga bingehîn a Wîlayetên Yekbûyî shûnbire
(alternatîve), û ewê diyar jî eve: shûnbirên, ku hene ne wan shûnbirên li
dilê amerîkanin, lewre eger bêdilî hebe, ji ber vê yekê ye. Hema bo Îranê, ez
bawer dikim, ku cenga hesht salan hêsht, ku Îran xweshhatina her guhartineka
sazumana îraqî bike.
*
Mera wilo têdigihe, ku tu bawer dikî, Îran li gel guhartinê ye?
*
Ez wilo dibînim, û eger ewan tishtekî dî li xwe diyar bikin jî, ez bawerim, ku
di kuftika dilê xwe de, vê guhartinê dixwazin.
Peymana Washington
*
We li gel Celal Talebanî li Washington di bin sîwaneke amerîkî de, berî niha
bi hesht mehan, peymanek qol “îmze” kir, û li gorî vê li hev hatinê, pêwîste
bû, ku hilbijartinên nû li Kurdistana Îraqê di meha heftê de, ji vê salê, çê
bibana, lê xweyaye astengîyek heye, ew çiye?
*
Peymana Washington peymaneke bashe û ew li gorî lishtên gelê Kurde, û gava me
ew qol kiriye, me ji Amerîkan û ji seyda Celal Talebanî re xweya kir, ku veger
bo encamên hilbijartinên 1992 naye wê wateyê, ku em vegerin shêweya nîv-nîvî
ya, ku em pishtî wan hilbijartinan li ser wê li hev hatibûn. Ew jî, ji ber ku
PDK ji mafê xwe yî di standina piraniyê de daket û ew shêweya nîv-nîvî
pejirand, ku çi astengî li pêsh serpêka “tecrube” me ya nû ji dayîk
bûye, çê nebin. Lê mixabin! Wê shêweyê em ji astengan ne parastin, sherê
mixabî û nasber çend caran çê bû, û belî bû, ku ew shêwe ne rast bû, û em
têvedan pevçûnê û karê me xist gelek çewtiyan û rawestand, û me nikanî bû
asantirîn berdestî bo nishtevaniyên xwe bikirana.
Bo vê yekê, ciyê nekanînê ye, ku em vegerin serpêkeke têkçûyî, û rastî ewe, ku
Celal Talebanî li Washingtonê bi dil bû “razî bû”, ku vegera me
dê ne bo wê shêweyê be û bi dil bû, ku vegera me dê bo encamên hilbijartina
sala 1992′ê be, ewa ku têde PDK bi ser ketibû, lê pishtî em ji Washington
vegeriyan, seyda Celal Talebanî helwesta xwe guhart û partiyê wî, êdî,
li ser encamên, ku li gorî wê shêweya me nav kirî, rijtdare. Me got û hîn jî
em dibêjin, ku derî gish li ber wan vekirîne, bo parleman û fermandariya
hevpar û her tishtekî, ku têkilî li gel hebe, eger ewan tenê vegera encamên
rastînên hilbijartinên sala 1992′ bipejirînin. Lê shêweya nîv-nîvî, ku ewan li
ser radiwestin, ez bawer dikim, ev me nagihîne çi encamê. Eve xala bingehîn û
tenha ev navkulbûn heye, me wekî dî gelek gav li gel hev û din avêtine û pir
xalên giring jî bi cih anîne.
*
Tê wê wateyê, ku hilbijartin di sozê xwe de, di meha heftê de, dê çênebin?
*
Eger di pirsa nîv-nîvê de li ser biryara xwe bimînin, ez bawerim, ku van
hilbijartin wê di sozê xwe de çênebin.
*
Li ser vê mijarê, hûn pêdihoshin, ku bo wan hinek hevbendî, di pash pishta we
re, hene?
*
Erê, bo wan hinek hevbendiyên derveyî yên wusa hene.
*
Ma van hevbendî derveyî ne?
*
Erê, hevbendiyên wan ên derveyî hene, bê zanîn û agahiya me jê hebe an jî sira
me di van hevbendiyan de hebe, hevbendiyên wan ên taybet hene.
*
Dema we peymana Washington’ê qol kiriye, sê dewlet li hemberê derketin,
Tirkiye, Îran û Îraq. Ma we van astengî jî bi ser astengiyên hindirî ve, ewên
ku hûn li ser peyivîne, ji holê rakirin?
*
Bo Tirkiyê me kanî bû astengiyê ji holê rakin û ji Tirkan re pirsan rave
bikin. Wan bawer dikir, ku ev peyman tenê daxweyankirina dewletekê ye û me ji
wan re bi cih kir, ku ev ne daxweyankirina dewletekê ye. Ewan ji Wîlayetên
Yekbûyî dilmayî bû bûn, ji ber ku di warê peymanê de bi wan ne shêwirî bûn.
Gûnah ne gûnahê me ye, ku Wîlayetên Yekbûyî shîreta wan negirtiye û dema em li
Washingtonê bûn, nûnerekî balyozxaneya tirkî tev li wan hevpeyvînên di
wezareta derveyî ya amerîkî de amade bû. Hema bi taybeta hevberiya, ku di nava
Wîlayetên Yekbûyî, Birîtaniya û Tirkiyê de, ew pirs ya wan e û em di ber de
hîç ne berpirsin, û me ji Tirkan re xweya kir, ku pirsa bi cih anîna
federalîzmê çareser dibe, dema ku di navbera Kurdan û fermandariya navendî de
li Bexdadê, di pêsherojê de li hevhatin çê dibe. Çareya federal viyana gelê
Kurde, ku ew bi rêya diristkirina parlemana kurdistanî di sala 1992′ê de
hatiye encamkirin û em bawer dikin, ku ev çêtirîn çareye bo vê pirsgirêka
dîrokî, û ev ne daxweyankirina dewletekê ye, û Tirkan bo me gotibû, ku ewan bi
van xweyanîkirinan dilxweshin û bi wê shêweyê ev girêk ji holê rabû.
*
Û bi Îranê re?
*
Çavpêketina min bi Îraniyan re çê nebûye, lê min ji aliyê wan ve çi dijbûn bi
peymana Washington’ê re nebihîstiye û ewê ku min ji mamosta Celal Talebanî
bihîstiye, pishtî serlêdana wî li Sûriyê û Îranê ewe, ku îranî ji peymana
Washington’ê bi dilin “razîne” û jê re palpishtin û ewê, ku tê de hatiye,
dipejirînin
*
Ma Bexdad jî ji vê peymanê razîye?.
*
Her tishtekî ji aliyê Wîlayetên Yekbûyî ve tê, Bexdad li dij derdikeve û
napejirîne.
* Ma we kesek ji histobarên îraqî pishtî peymana Washington’ê dîtiye?
* Erê, me ewan dîtin û me ji wan re ev peyman rave kir û me ewan di wê demê de
agahdar kirin, ku pêwîste têbighînin, ku her tishtekê bo lishta netewa Kurd û
gelê Kurd be, ew bo me armance, û em ji bo gelê Kurd û pirsa wî û ji bo gelê
Îraqê bi tevayî dixebitin. Me ev mîna gavekê ji bo gelê Kurd re nirxandiye û
di rastiyê de bi carekê, bi çi terzî ji terzan ew ne li dijî sazûmanê ye.
* Bersiva berpirsên îraqî çi bû?
* Ewan ne li dij bûn, lê ta niha me çi bersivek dirist ji wan negirtiye.
* Hûn xudaniyê li çareya federal dikin û dan û standineke we li gel
fermandariya navendî li Bexdad ji gelek salan ve heye. Ma hûn pêhosh bûne, ku
di vî warî de, çi guhartin di helwêsta îraqî de, çê bûne?
* Mixabin! Di mijara federaliyê de hîç bersivdanek nebûye, û ez bawerim, ku ev
shehtîn “kirîze – ezeme” bi tevayî wê rabe, eger ewan daxaza gelê Kurd di
federalîzmê de bipejirînin.
* Ma we ji wan re her aliyên “îhtîmalên” pêsheroja nêz û her layên, ku rewsh
bite guhartin, ta bibe wek rewsha niho li Yûgislaviya, rave nekir?
* Em neketin vê mijarê û ez bawer dikim, ku ev tisht ji ber çavên birayan li
Bexdadê ne veshartiye, lê bo me, em ta niha bi wan re neketine guftegotineke
wilo.
* Ez vê pirsê ji te dikim, ji ber ku tê gotin; berpirsên îraqî ji we re
raxistine, ku dibe Kurdistana Îraqê bibe herêmên
berxwedanê, eger tevlêbûneke amerîkî û birîtanî ya berfireh di pêsherojê de çê
bibe. Van agahdarî ta çi warî rastin?
* Ji min bawer bike, ku min tishtekî wilo hîç nebihîstiye.
* Ma hevagahkirinên rojane yên di navbera we û Bexdadê de tenê di sînorê kar û
barên rojane de ne? Ma hûn li ser asoyê karê ramyarî di pêsherojê de bi hev re
nepeyivîne?
* Hemî çavpêketinên, ku çê bûne, li ser mijarên rojane yên kar û barî bûn û me
bala xwe daye, ku ewan têdigihînin, ku armanckirina wan ji aliyê Amerîka,
Birîtaniya û Rojava ve, ji dil de ye, û ez bawer nakim, ku wê têketineke
amerîkî ya bê navber çê bibe, lê eger têketineke wusa pêk hat, dibe, ku em
nikanibin tishtekî bikin. Lê dîsa jî, di her rewshekê de, emê nebin pireyek ji
ên din re.
* Mebesta te Kurdistan wê nebe bingehek ji Amerîkan û ji ên din re, bo
êxistina sazmanê li Bexdadê?
* Kurdistan wê nebe bingehek bo cengewariyê li dijî sazmanê di Bexdadê de.
Mijara Öcalan
* Di çavpêketineke berê de û berî girtina Abdullah Öcalan, pêshrewê Partiya
Karkerên Kurdistan (ê tirkî), te gotibû, ku ev meriv wê xwe bi xwe, pir
nêzîk, bide girtin û xwe bide dest, ji ber hezkirina wî ji agahmendiyê re û
ji ber ku ew telefonê gelek bi kar tîne, bo têkiliyê bi endamên partiya xwe
re, me rast ev çê bû?.
* Sirûshtiya Öcalan nasbere û ew bê telefona pir û pir nikare bijî, û
bi kar anîna telefon bi dirêjî ji wî re mîna nexweshiyê ye. Min guman dikir,
ku evê bûye wê çê bibe, ji ber ku ev meriv nikare bê telefonkirina dirêj bijî,
û bi rastî ez mat dimînim; çawa merivek dikare shorshekê û gelekî bi rêya
telefonê bajo.
Pisht re, ev meriv amade bû, biçe Berazîl an tepka bakur “qutbê shemalî”,
lê ew ne amade bû were çiyayên
Kurdistanê û ez bawer dikim, ku ew di nav merivên xwe de miriba, wê ji wî re
hezar carî rûmettir ba ji va dawiya sershûr. Wî jîna li gelek derên cûrecûr
hilbijart, lê dûrî wê zevînê bû, ku li gorî gotina wî, ew ji bo rizgarkirina
wê têkoshînê dike û bo serxwebûna wê dixebite.
* Ma hîn komikên wî di herêmên Kurdistana Îraqê de hene?
* Erê hîn komikên wî di van herêman de hene, lê hebûna wan ne nîshane, ku ewan
hîn xortin. Wan gelekî surbûn “heybet” û hêza xwe ya leshkerî winda
kirine û her roj bedkarên “curm” qerêj tînên seriyê nishtevanên Kurd û
ji bo vê yekê, ewan roj bi roj, pishgiriya, ku berê ji wan re hebû, winda
dikin.
Pishtî girtina Öcalan me biryar kir, ku em delîveyekê bidin bo wan û me
livbaziyên leshkerî dij wan rawestandin, wek çawa me karê bangeshînî yê dij bi
wan rawestand, di dema ku di dest me de gelek nîshangên ji zarok û jinên dest
û pêyên wan bi egera mayînên, ku wan li rêyan û herêmên malwarî diçandin,
hatine birrîn.
Me delîve bo wan hêsht, ku careke dî li pilanên xwe vegerin, lê kongireya wan
a sheshê, rijtinî bo gudandina “dewamkirina” sherî li hember gelê Kurd
di Kurdistana Îraqê de û dijî PDK, xweya kir. Ewan berpirsên karên xwe ne û
mera dikare binxêz bike, ku sira wan ta pileyên mezin bi shûn ve diçe û
ditengije.
* Berî çend rojan komikên Partiya Karkeran çar nishtevan di herêma we de
kushtin, ku ew keleha tevgera Barzaniye. Ma hûn pêdihoshin, ku hinde hêzên
îqlîmî wan dijî we dilivînin?
* Erê. Hêzin hene wan diparêzin û pishgiriya wan dikin, lewre gava hêzên me bi
pey wan dikevin, ewan dev ji herêmê berdidin û dikevin pash sînorên dewletên
din.
*
Lê ewana li herêmên, ku di bin destên we de ne, hîn jî hene.
*
Kurdistan ji aliyê zevînî ve girêkên çiyayî yên zehmetin, ku nayin
bindestkirin, lewre dibe ku desteyek ji deh an bîst merivan xwe di van çiyayên
bi daristana hatine pêçan veshêrin û bi livbaziyên herifandinî, bi derbasbûna
nava gundên nêz, rabin.
*
Bo wan baregehên cîgirtî hene?
*
Bo wan çi xêzên “xet” shervanî yên bereyî nînin û çi baregehên wan ên
cîgirtî jî nînin û ciyên hebûna hêzên wan jî ne nase, ewan mîna çeteyan lê
didin û bi dervey sînoran ve direvin.
*
Lê me bihîst, ku hebûna wan li Suleymaniyê ashkereye.
*
Erê, ewan li Suleymaniyê hene, tevî ku ev hebûn gavkirinek ashkere û diyare di
ser xaleke giring re ye ji peymana Washington’ê. Mamosta Celal Talebanî
xwe bi wê xalikê ve girê nade, ku wî Amerîkan û Tirkan agahdar kirine, ku çi
komikên Öcalan li herêmên bin destê wî de nînin. Tirkan jî nivîsgeha
xwe li Suleymaniyê bo vê yekê vekirine, lê bi rastî, hîn jî hebûneke ashkereyî
ya van komikan di herêmên bin destê YNK de, heye.
*
Bi nisbet Öcalan, ma tu bawer dikî, ku têkiliyên wî yên berê bi komikên wî re,
pishtî girtina wî, hilweshiyan?
*
Serkêshekî tenha nîne, niha di cîgahê serokatiyê de sê kes hene, evin:
Cemîl Bayîk (Cuma), Osman Öcalan (Ferhad) birayê Abdullah
Öcalan, û yê sêyemîn jî Mustefa Qureshîye (Qeresungur).
*
Ma diravkirina wan pishtî girtina Öcalan ji kuye?
*
Hebûnên wan pirin.
*
Lê pêwîst bû, ku wan hebûn li gel Öcalan biçûna?!
*
Agahiyên min di vir de ne besin û em kar dikin, ku di vî warî de bêhtir
agahiyan bi dest xwe ve bînin.
*
Li gorî agahiyên we… Ma Öcalan di hindir bendexaneyê de ji dest çûye û li
xwe naye “ îtîraf kir” ?
*
Ji ewê, ku me di televisionan de dîtiye, diyare ku ew ji serî de ji dest çû
bû, û ji ber parastina rastiyê di vir de, divê ez
bibêjim, ku hîç agahiyên min li ser rawestana wî li gel saziyên hêminiyê yên
tirkî tune ne, lê li gorî gumana min, wî li gel van saziyan alîkarî kiriye ji
ber ku ew merivekî newêreke, û eger wêrekiya pêshewayekî li ba wî heba, wê di
nav merivên xwe de bijiya, ne li derve, ew teviya jîna xwe derbas nav herêmên
Kurdistanê nebû, wî jîna xwe tev li Ankere û Îstanbolê borand û pisht re di
sala 1979′ê de bi derve de reviya û bi carekê neket Kurdistana Tirkiyê û
sergerana livbaziyên xwe ji dûr ve bi telefonê “dûrbîstikê” dikir.
* Ma dema navbera we bash bû jî, ew dîsa neket nav herêmên we?
* Min bangewazî li wî kir, ta ew bête herêmên me. Ewî newêrî bû û bangewaziya
min nepejirand. Me ji sala 1980′ê ve ta 1986′ê alîkariya wan kir û me xwe ji
ber wê yekê xist mezintirîn dijwariyan, û hêrishên leshkerê Tirkî li ser me çê
bûn, lê li hember vê tevî, bersiva me bi pishtlêdanê di sala 1986′ê de kirin.
Pisht re di sala 1989′ê de bazariya xwe li gel “muxaberatên îraqî”
kirin û bexshîsha wê bazarê (8) hêjatirîn kadroyên me bû, ku ewan tev bi dar
ve kirin. Eve yek ji egerên, ku hêshtin em ji wan bi dûr kevin û alîkariyê li
gel wan nekin.
Pisht re ewan bi gelek karên ji exlaq û bihayîyan û ji mafên mirovan dûrin,
rabûn. Her mirovekî, ku bîr û baweriyên wî ji yên wan cuda bin û dev ji wan
berde, pêshdema wî kushtine û termê wî avêtine di newalekê de ye. Lewre ez
dibêjim, ku kesê amadebûna wî tuneye, ku di nav merivên xwe de bijî û
amadebûna wî bo mirinê li ser zevînê, ku ew ‘îdîa’ dike, ku ew dixwaze rizgar
bike, nîne, wê bêguman di bendexaneyê de ji dest xwe biçe.
* Ma tu bawer dikî, ku komikekî hevkariya hev kirin bo girtina wî li Neyrobî,
an ev pirs lîstikek navnetewî bû?
* Eve livbaziyeke mezin û li hev ketî bû, û ez dûr nabînim, ku hinek komik tev
li karê girtina wî bûn, lê xwesh bi cihe, ku bêhtir ji saziyeke herêmî tev li
vê livbaziyê bûne.
* Ma ev tê wê wateyê, ku gelek destên sazyan di nav rêzên wan de hebûn?
*
Erê, ez vê bawer dikim.
*
Li gorî serpêk û serohatiya te ya dirêj ji tevgera kurdî re, ma tu bawer dikî,
ku diyarka “zahîre” Öcalan ji holê rabû an ewê shêweyekî nû û terzekî nû û
pishtgîriya hinek dewletan li holê bimîne?.
*
Ez bawr dikim, ku Öcalan wek kesaniyekê êdî ne xwedî çi sire ye, lê bi
nisbet pirsa kurdî, ez bawer dikim wê ev diyarke her bimîne. Hema Partiya
Karkeran, ez bawer dikim, ku wê bi terz û bawerî û rêya kar û boçûna berê
nemîne, û ez hêvîdarim, ku ev guhartin guhartineke bash be.
*
Kenala wan a televisionî li Europa hat girtin, ma tu bawer dikî, ku ev girtin
tenê rûçikî ye, an wê bi cediyet li hember xebata wan di welatên Europa de
bite rawestan?
*
Bi rastî em dibînin, ku pishtgîriyeke europî ya mezin li gel pirsa kurdî heye,
û ez bawer dikim, ku eger kenala wan bi hishmendî û bê hirhitandin “teh’rîd”
kar bikira, wê niha di kar de bima. Ew kenal kiribûn acetekî hirhitandinê û ji
bo wê hat girtin.
*
Hejmara shervanên Partiya Karkeran di herêmên Kurdistana Îraqê de çiqase?
*
Ez hejmara wan di herêmên mamosta Celal Talebanî de nizanim, lê bi nisbet
herêmên me, ez bawer dikim, ku hebûna wan ne bêtire ji du hezaran.
*
Ma van hejmar, hejmarên berê ne?
*
Na, berê hejmara wan gelek bêtir bû, û gelekan ji wan xwe dan bi dest me.
Hejmara wan a berê dora çar hezaran bû.
*
Ma hejmarek ji wan tev li hêzên we bû?.
*
Gelekan ji wan xwe dan bi dest me û niha jî hejmarekê ji van çek hilgirtiye û
sherê wan dike.
*
Ma raste, wek tê gotin, ewan bizava xwe dikin, ku ji Suleymaniyê ve destpê bikin
bo avakirina saziyeke neteweyî di Kurdistana Îraqê de û armanca rastîn lêdana we
ye?
*
Wan rojekê jî dev ji van bizavan bernedane, xebitîn, ku hinde partiyan bi navên
cûrecûre çê bikin, ji wan Tevgera Neteweyia Kurdî, lê bi rastî ewan di
wan bizavan de li herêmên me bi ser neketin û sedema wê, ew bû ku wan kiryarên
gelek xirab li hember nishtivanan kirin. Dibe, ku hinde kesan bo lishtên
bazarvanî an kesanî alîkariya wan bikin, lê ewan bi gelemperî di van herêman de
nayin pejirandin.
*
Bi nisbet Tirkiyê…. Pêsheroja tevgera kurdî li gorî dîtina te wê çi be?
*
Tevgera kurdî li Tirkiyê ji van ve dûre û ew ne li gel shêweyên karê wane, ew
Demokratiyê dixwaze û çareserkirina pirsa kurdî bi rê û çareyên ashtiyane.
Têkilî li gel E’reban
*
Berê, pêhoshiyek hebû, ku E’reb tê nagihînin pirsa kurdî û di salên dawiyê de,
we dest pê kir bi herêma e’rebî ve bilivin. Ma we tishtek di vî warî de bi dest
xist?
*
Têkilî ber bi bashbûnê ve diçe û ez bawer dikim, ku wê di pêsheroja nêz de
pêshdaçûnên gelek giring di warê têkiliyên E’rebî-Kurdî de çê bibin.
* Û
helwêsta Bexdadê ji livên we ber bi qada e’rebî ve çiye?
*
Min hîç tishtekî li hember vê yekê nebihîstiye. Dibe, ku ewan van livînan û ji
ber têkiliyên me bi gelek dewletên e’rebî re ne dilxwesh bin, lê ev li ser wan
bûye tishtekî rastînî û divê ewan li gel bijîn.
*
Hevjiyan di navbera we û Bexdadê de, em çawa bi nav bikin? Ma ew hevjiyana
hêzdarane an ya jarane, an çiye?
*
Ew ne hevjiyana jarane, lora ku em ne jarin, lê herêma di pevçûnê de dijî û
rewsh pishtî Cenga Xelîcê gelek hat guhartin, cîhan û rewsha kurdî û Îraq
jî tev hatin guhartin, û lewre me di serî de xweya kir, ku emê nebin kaxezek
zorê li ser Bexdadê, kî fermandariyê li me dike bila bike…
Em
nikarin bibin pireyek derbasbûnê bo roxandina sazûmanê li Bexdadê. Di wê demê de
jî em nikanin bibin parek ji sazûmana îraqî, eger daxazên gelê kurd bi cih nîne
û bi taybetî çareya federal.
Eger sazûman li Bexdadê amadeye li ser çareya federal ji pirsa kurdî re li gel
me li hev bê, eve yê ku bo me giringe û ne tishtekî dî, lê eger ew ne amade be
ji vê çareyê re, ez nabînim, ku shûngir “alternatîv” vegera bo shere
careke dî.
*
Hene dibêjin, ku Kurdan her car delîve winda kiriye, û evana dibînin, ku hevjîn
bi Bexdadê re dibe, ku di fincekê de nemîne, eger shêrê îraqî ji qefesê derket û
bo wî didan careke dî çê bûn.
*
Ez hêvîdarim, ku ayîn ne bi wî shêweyî be, û ez dibînim, ku me û sazûmana li
Bexdadê gelek hode ji serpêkên berê girtine, û ta eger rewsh bên guhartin,
rewsha kurdî jî ne mîna ya berî niha bi bîst salane.
Ez
ji dilê xwe de hêvîdarim, ku sher careke dî di navbera me û sermîriya navendî de
bi hev nekeve, ne ev sermîrî û ne jî yeke dî, lê eger sher careke dî bi hev ket,
wê berxwedana gelê kurd ne wek carên berê be, cîhan hatiye guhartin û nema
dipejirîne, ku tishtekî wek carên berê bi seriyê gelê kurd were.
*
Ma ev tê vê wateyê, ku “Kosovo” a îraqî wê amade be, eger Bexdadê daxwaz kir, ku
koçbera hevjiyanê li gel rewsha we ya niho di Kurdistana Îraqê de biqedîne?
*
Erê, û wê “Kosovo” ya îraqî ji “Kosovo” ya
Yûgislaviyî mezintir be. Gelê kurd nikare bi asanî dest ji azadiya, ku
niha têde dijî berde û wê ji bo parastina wê bihatirîn dêrîna xwe bike qurban.
*
Ma ewê, ku hûn di vê koçberê de wek mezintirîn dijwarî dibînin çiye?
*
Mezintirîn dijwariya, ku em jê ditirsin, pevçûna navxweyiye, û eger careke dî
pêda bibe -Xwedê neke- ewê dijwariya mezintirîn be.
* Ma çi aso bo sherê navxweyî heye?
* Ez bawer nakim û ez dûr dibînim, ku careke dî di navbera Kurdan de sherekî
navxweyî çê bibe.
* Ma hevdîtinên we bi mamosta Celal Talebanî re berdewamin û her hene?
* Hevdîtina me ya pashîn di serê vê salê de bû, lê di navbera me de name û
komîtî civînên xwe digudînin.
* Me bihîst, ku we 60 mîlyon Dînarên îraqî dan bo YNK bi rêberiya Celal
Talebanî. Ma ev bi cih anîna peymana Washington’ê an jî mîna alîkariya bira ji
birayê xwe re ye?
* Ew pêgirêdana me ye bi yek ji bendên peymana Washington’ê, û mîna alîkariyekê
ji aliyê me de ye bo birayê me li Suleymaniyê.
*
Ma ev para wan e ji xûka (pac), ku hûn distînin?
* Bi carekê na… Ew destpêdaneke bo sivikirina nalîna birayên me di herêma din
de. Lê – û berxwedarî bo Xwedê – rewsha wan a diravî û aborî niha ji
rewsha me bashtire.
Hevpeyvîn li gel rojnameya Ezzeman

Nêçîrvan Barzanî
Cîgirê serokê wezîran
28.07.1999
“Hêminiya gelê me ramyariya me biryar dike”
(Ji belavokên
PDK-Liqê sheshê li Europa)
Cîgirê serekê fermandariya kurdî li Iraqê Nêçîrvan Barzanî got, ku
shervanên PKK dest bi zorê di bakurê Iraqê de kirin, û bi rijtinî got, ku Kurd
Iraqê ji xwe re nishtiman dinasin û Bexdad zevînê wan e, û li ser radiweste, ku
nebûna hevpeymanê li gel fermandariya îraqî naye wê wateyê, ku sher bi wê re
bigude.
Berpirsê kurd, endamê bûrowa ramyarî ya Partiya Demokrata Kurdistan di
axiftinekê de li gel (Ezzeman) xweya kir, ku PKK dest bi sher kir, di
hindir zevînên îraqî yên kurdî de sala 1995′ê û diyar kir, ku serokê wê
Abdullah Öcalan ji serî de helwestên dij bi fermandarî û parlemana
Kurdistanê girtin, û binxêz kir, ku Kurd parêzerin bo têkiliyên îqlîmî yên
pîvayî li gel Tirkiyê, Sûriyê û Iranê, û got, ku bo fermandariya kurdî têkiliyên
ramyarî û aborî yên giring li gel Tirkiyê hene, û diyar kir, ku Kurd li hev
nekirinên “îxtîlafên” tirkî-îranî de bê layin.
Li ser têkiliyên tirkî-îsraîlî jî, Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ku ev karê
herdu layane, lê binxêz kir, ku Kurd dê nebin parek ji wê têkiliyê û dê nehêlin
yek li ser wan casûstiyê bike, û xweya kir, ku têkilî li gel Iranê her beropêsh
diçe, pishtî vekirina dan û standineke kûr bi wê re li ser herdu sewiyên
leshkerî û ramyarî û serlêdanên herdu aliyan ji hev û din re. Wilo jî têkilî
bashin li gel Sûriyê û got: Em rêzgirtina serok Hafêz Al-Ased dikin û
têkiliyên me bi Sûriyê re dîrokî ne, tevî hemî bûyerên, ku li herêmê
dibin, û li ser têkilyê bi fermandariya îraqî re, cîgirê serokê fermandariya
kurdî got:
Em li têkiliyê bi Iraqê re ne mîna li têkiliyê bi yên din re dinêrin, ji ber ku
em Iraqê nishtê xwe dinasin û Bexdad zevînê me ye û paytextê hemî îraqiyane,
û bi ser ve jî got:
Em ne shûngirê sazûmana Bexdadê ne, em xudanê kêsheyekê ne, lê ev me nake acetek
bo bi cih anîna daxwazê.
Li ser zagona rizgarkirina Iraqê jî, nûnerê kurdî diyar kir, got:
Helwesta me ne li gorî vê zagonê ye, ji ber ku em vê zagonê mîna kêmkirin û
nizimkirina berevaniya îraqî dibînin…
Û bi ser ve jî got, ku kar li gel kirin bi vî terzî li gel mirovên xwedî
kêsheyekê nizimkirine. Û li ser dayîna hinek asanî bo berevaniya îraqî, binxêz
kir, ku herêmên kurdî wê hîç nebin destpêgehek bo karên leshkerî ji berevaniyê
re.
Berpirsê kurd li ser jî rawestî, ku fermandariya Kurdistanê gelek kefteleftên
mezin dike bo rakirina tevzînokan “muxedîrat” ji holê û paqijkirina
herêmê ji wan, û di vê babetê de diyar kir, ku saziyeke polîsê taybet bo vê
mijarê hatiye avakirin.
Barzanî
- di axiftina xwe de bi sernûserê (Ezzeman), Saîd Al-Bezzaz re -
Yekîtî Nishtimanî Kurdistan û serokê wê Celal Talebanî kirin egera
shehtîna axiftinên Washington’ê yên pashîn di navbera herdu partiyên
kurdî de û diyar kir, ku nûnerê Yekîtî di roja dawiyê de, qolkirina
“îmzekirin” shesh dukomentên, ku li ser wan hatibû li hev hatin, nepejirand,
û binxêz kir, ku Demokratî Kurdistan ji dil de gihîshtina çareyekê, ku
misogeriya venegera bo pevçûnê bike, dixwaze…
Ji çar pishtan ve, têkoshîneke xwînî û tund di malbateke kevin de ji bo
kêsheyeke netewî, berdewame, ewe malbata Barzanî li Kurdistana Iraqê, ku
mirinê ji sed salî ve dest avêtiye mêrên wê yên, ku di nav gelê Kurd de
pêshengiya libata ramyarî û civakî dikin, û gava tu guh didî Nêçîrvan Idrîs
Barzanî, neviyê rêberê dîrokî yê tevgera kurdî Mele Mustefa Barzanî,
tu pêdihoshî, ku hêzek vê malbatê û kanîna wê di gudandinê de, di nîrên giran
de, ji pêhoshiya endamên wê tê, ku bo wan histobariyek pirlayî heye, ji ber ku
ewan netewparêzin di aliyê xwedîkirina daxwazên gelê xwe de, bo pêdakirina
kesaniyeke serbixwe û bo berxwedana xweyî di nav gelên çarmedor û hêzdar de… û
ewan êlparêzin, parêzkarin, li gorî bingehên oldarî û civakî digerin, ku ewana
bûne nimûneyên rasteqînî ji alîgir û pishtvanan re, lê tishtê zêdetir bûye di
kesaniya va pishta nû de, ji siyasetmendên vê malbatê ewe, ku serpêkên nûjen bi
lezkî tev li avahiya wana kesanî ya klasîkî (netewî, olî û êlî) dibin, çiku em
dibînin, ku Nêçîrvan bi xwe tishtekî ji ramyariya nîvdewletî nahêle, bê
ku li ser raweste, û dibe ku ew dizane, wê gelê wî ciyê xwe yî rast nestîne, bê
shirovekirina diyarkên ramyarî yên ji Amerîka latînî ta bi kûraniya Asiya dirêj
dibin, na belê, dêmenê wî yê shervanî hema-hema winda dibe, dema ew li ser
nûtirîn pirtûkên stratêcên amerîkî dipeyive, û ew serbilinde, ku fermandariya
kurdî kanî bû berxwedanê li hember xêza qaçaxiya hishbiran “muxedîrat”
bike, tevî ku Kurdistan di navenda herêmên çandin û qaçaxiya van hishbiran de
ye.
Nêçîrvan
xwe mîna yekî ji avahiyeke gishtî dibîne, ji ber ku fermana apê wî hêja Masûd
Barzanî, serwerê PDK, jêdera karên wî yên rojane ye, û ewê ku bûrowa ramyarî
ya partî biryar dike, ew bi xwe jî têde endame, bo wî çarçiva, ku ew têde
dilive, bi ser ve jî ew cîgirê serokê fermandariya kurdî ye, ku wê ji xwe re
Erbîl, paytextê Kurdstanê, kiriye baregeh.
Xema cugrafiya li ser Nêçîrvan heye, mîna rêberên Kurdan yên nû
pêdihoshin, ku gelê wan di xefkeka cugrafî ya girêkî de ye, lê dibe ku ev jarbûn
bi xwe bibe egerek pêdakirinê, û ji bo vê Nêçîrvan têdigihe wateya
parastina têkiliyên bi hêz li gel Tirkiyê…û wilo Sûriyê û Iranê jî, û bêyî ku
têkeve pevçûneke belash li hember fermandariya navendî li Bexdadê.
Her tishtek vedigere xaleke palpêdanê ya mezin, çiku ne parastin bo Kurdan
dimîne û ne jî cî ji wan re, eger ewan ciyê xwe yê rast di nav dewletin hêzdar
de nebînin…û ji ber vê yekê, zimanê pevçûna klasîkî êdî ne pêwîste û li ciyê
wê zimanê sharistanî û hishberiya “e’qliyeta” lishtên “mefe’tên”
hevpar û derbasbûna nav kar û barên xelkê din, di serî de li Tirkiyê û pisht re
li welatên herêmê yên dinê…li ser van navnîshanan û hinekên din, me gengashî
li gel Nêçîrvan Barzanî, endamê Bûrowa ramyarî ya PDK kir, û eve metnê
wê:
Hevpeyvîn
- Mijara kurdî di etmosferekî îqlîmî yê girêkî û bi nav hev ketî de, di
çarçiva gishtî de, dijî. Tu di vê etmosfera îqlîmî de, çawa li pêsheroja Kurdan
dinêrî?
- Rastiyeke dîrokî û cugrafî heye, ewe ku gelê kurd di perçimekî cugrafî de
dijî, ku ji wî re hatiye sînorkirin, û eger ev sînorkirina, ku di nexsheya
cîhana me ya niho de neba, wê gelê kurd ê, ku dixwaze mîna her gelekî din bijî,
niha wê bi hev re ba…û ji vê nêrînê ve, bo her dewletekê taybetiyek di
îvkirina çareya destêdana kêsheya kurdî de heye, lê eger tu ji min, mîna
kurdekî, bipirsî, ez bê guman dixwazim di bin deselatiyeke kurdî de bim.
- Fermandariyek an dewletek?
- Dewlet. Lê gava ev nebe, emê bêjin: pêwîste, ku bo her parçeyekî çareyek hebe
li gorî nîrên gelê kurd ê, ku di her dewletekê de dijî.
Eve nêrîna min li ser shêweya çareserkirina kêsheya kurdî di va etmosfera îqlîmî
de.
- Ma tu ramana pirshêweya çareserkirinê dipejirînî?
- Bêguman di her herêmekê de, di her parçeyekî de çareyek bi shêweyekî ji
shêweyan heye û ne bi yek shêweyê, û ez li gel ramana pirshêweyî me di
bijartinan de, ji ber cudabûna nîrên dewletên, ku niha Kurd têde hene.
- Ma îva jêrtirîn ji mafên gelê kurd çiye, an jî îva, ku dahatin ji wê naye
pejirandin?
Ma evana mafên çandeyîne, an mafê çarenivîsê ye, an mafên otonomîne, an jî mafên
federalîne, çiye îva kêmtir?
- Kêmtirîn mafên her netewekê di her cigayekî cîhanê de mafên çandeyîne,
parastina zimanê wî yê taybet û parastina nasnameya wî ya sharistanî û serohat û
a’detên taybetin, bo van mafan gishan jî îva jêrtirîn nîne.
- Ji bo vê, ma îva bilindtir çiye?
- Ew dewlete û em jî li dij avçûnê melevaniyê nakin. Ji ber ku kanîna me tuneye,
divê em jî li gorî parçeyê ku em têde ne, xwe saz bikin û em li çareyekê, ku li
gorî van nîrane, bigerin.
-Hinek muctehîdên bi ramana dewleta îslamî bawer dikin, dibînin, ne ku li
Iranê tenê, Islam netewan dih’elîne û tev li hev dike. Tu vê destêdanê çawa
dinirxînî?
Bo nimûne Talîban li Afganistanê dibêjin: Em nûneriya projeya xîlafetê dikin,
ne shîe’h û ne Sunne, û li Iranê jî Xumeynî digot, ku Islam tirk û Kurd û Faris
û E’reban di dewleteke îslamî de dike yek netew…û hinek hishmendên din hene,
dibêjin, ku Islam çareye û dewleta îslamî problema netewan vedirisîne “h’el
dike”. Ma tu vê mîna kêmkirina mafên netewan bi gishtî û ji wan netewiya kurdî
dibînê?
- Kurd netewek musilmane û her a’det û serohatên wan jî mîna a’det û serohatên
netewên musilmanên dinin. Di Qurana pîroz de “Me Hûn ji gel û êlan pêda kirin”()
û ta niha jî em neketine ber qirkirin û pêketin û kushtinê ji ber ku em
musilmanin, lê ji ber ku kêsheya kurdî di serî de pirseke neteweyî ye, û Islam
jî netewê tune nake…
- Pishtî têkçûna Sovyêtistanê û pishtî ewê ku li Belkan çê bûye û
hatiye parkirin, etmosferekî cîhanî pêda bûye, ku rê dide bo ramana serxwebûna
netewî, tersî rewsha berê, û vê yekê jî hikariya “posîdeya” xwe li Kurdan tevan
kiriye?
- Kurd neteweke, ku ji hezaran sal ve di vê herêmê de ye, dibe jî daxwaza her
kurdekî jî li kî derê be, damezirandina dewleteke kurdî be, lê problema me ewe,
ku em bi herêmeke cugrafî û îvkirî hatine fermankirin, û divê em rastîner bin di
bizavên xwe de, ji ber ku dewletên, ku em têde dijîn dewletin hêzdarin, mîna
Iran, Sûriye, Tirkiye û Iraqê, û mijara damezirandina dewleteka kurdî di dilê me
de ye jî, lê ev pirseke ne rastînî ye û niha jî delîve jê re nîne.
Bo vê, em jî xudan wê bîr û baweriyê ne, ku ev problem pêwîste di çarçiva van
dewletan de, li gorî taybetî û nîrên wan bite veristin, û ji ber vê, em li gel
ramana pirçareyî ne.
- Bila em herin ser pêshnasiyê û li gel pêsheroja hevrazîkirinê bin. Bo
nimûne, em niha li ser çareseriyê dipeyivin, lê pishtî (25) salan, Ma tu bawer
dikî, ku dewletek kurdî di nav van çar dewletên netewî de derket, wê dewletek
jar be û bindestê hikariya van dewletan be?
- Bêguman, ku van fermandariyên em bi wan re hevparê jîn û cugrafiya û dîrokê
ne, fermandarîne bi hêzin, û eger me dev ji vê îftîradê berda, ez bawer nakim,
ku gelê kurd wê jar be, çiku ew netewek ashte, dixwaze di etmosferekî têkiliyên
siroshtî de, li gel tevan bijî û naxwaze probleman bo yên din çê bike.
- Eger em werin bi taybetîkirin “bi texsîs” di nîrê ramyarî yê niha de
li rewshekê ji rewshan binêrin, yanê em li Sûriyê -wek mînak- binêrin, ku li wir
partiyekî kurdî ne qoçan kirî heye, lê di wê demê de jî cengên e’rebî yên mezin
li Sûriyê nînin û ne jî di navbera fermandariya navendî û Kurdan de, wek çawa li
Iraqê. Ma ev ashtiya civakî ya heyî rewsha hevrazîkirinê û ewafuqê vedibrîse, an
ew dikare ber bi shêweyên destûrî yên bashtir bite guhartin?
- Hebûna kurdî li Sûriyê bi gishtî ji aliyê hejmarê ve hebûneke jare, ewan hene
lê hejmara wan kême, bi taybetî pishtî ramyariya, ku berê hatibû borandin, û
mebesta min ramyariya koçkirina Kurdan ji herêmên wan ber bi shamê û herêmên din
ve. Ez bawer dikim, ku bo wan jî daxwazên gishtî yên Kurdan hene, lê ewan li
çareya di ashtiya civakî ya heyî de digerin û daxwazên tevgera kurdî li Sûriyê
daxwazin jêrkî ne, ku bi wan daxwaza mafên xwe yên çandeyî divên.
- Em biçin ser Tirkiyê, ku ew dewleteke hevsere “cîrane” bo Kurdistana Iraqê
û têde hejmareke mezin ji Kurdan heye û îshkaleke europî ya beranber bi vê
dewletê li ser mijara Kurdan li wir heye. Ev rewsha dîrokî û cugrafî û aborî,
têkilî tev li hev û bi nav hev xistî û girêkî kiriye. Ma em dikarin van aliyên
têkiliyê di navbera we û Tirkiyê de berçav bikin, berî ku em têkevin shiroveya
mijarê? Û ne xeme, ku tu ji me re pêshkeftina têkiliyê di navbera we û vê
dewletê de li gorî ruhniya hevseriyê û ruhniya dîroka dirêj, xweya bikî, û bi
ser ve jî lishtên hêminî?
- Têkiliyên di navbera me û Tirkiyê de têkiliyên teze ne û ne kevinin û bi
shêweyekî bê navber di sala 1991′ê de pêk hatin…û têkiliyên me yên ramyarî û
aborî jî li gel wan hene û hinek pêmijûliyên hevpar di navbera herdu layan de
hene, û bêguman Tirkiye bo me dewleteke hevsere, lê tevî vê yekê jî em bawer
dikin, ku wê ji bercewendiyê be, ku çareyeke ashtiyane û ramyarî bo pirsa kurdî
li Tirkiyê bite dîtin.
- Lê bo we, wek Kurdên Kurdistana Iraqê çi problemeke we ya netewî li gel
Tirkiyê tune ye?
- Em bi vê shêweyê nafikirin, ji ber ku kêsheya kurdî bo me li gel Bexdadê
çareser dibe, û eve jî li gorî terzê, ku em bi fermandariya navendî re
digihîninê, yanê Tirkiye dewleteke dî ye, em dest navêjin kar û barên wê.
- Ew jî dest di karê we nade?
- Bingehên, ku têkilî li ser hatiye avakirinê, hevpayenî ye “îhtîram hevdu”,
û em dest di karên wan ên hindirî nadin û ewan dest di karên me yên hindirî
nadin.
- Tevî rawestandina dîrokî ya serokatiya Barzanî û pishtvaniya PDK bo Kurdan
li cîhanê gishtî û di Tirkiyê de jî, di van salên dawiyê de li hev nekirinên
“îxtîlafên” li ser zevînê di navbera PDK û PKK de derketin holê û gihîshtin
qonaxa bi kar anîna zorê. Ma mera nedikarî bû xwe ji van peveçûnên çekdarî
biparasta, û kî berpirsê van pevçûnane di navbera herdu partiyan de?
- Ev rewsh bi rastî heye, gel heye û mirov nikare hebûna wî înkar bike û em
bawer dikin, ku mijara Tirkiyê mijareke dî ye, ew pirseke partiyekî ramyarî ye,
lê ne pirsa netewekê ye. Li Iraqê -bo nimûne- hemî partiyên kurdî çûn, lê gel
her dimîne, partî diçin û gel dimînin. Gava em li ser li hev nekirinan
dipeyivin, divê em bi shûn ve vegerin û mixabin! Gelek caran em tên bersûckirin,
ku em dij bi PKK ne, wek çawa tu bêjî pevçûna me û PKK bo pevçûnê ye. Rastî ewe,
ku em ne problemin û em ji wan re nabin asteng, lê wan xwe ji me re kiriye
asteng.
Bo nimûne, bila em li ciyên pevçûnan binêrin, ewan li kî derê çê dibin? Ewan di
kûraniya zevînên kurdî-îraqî de çê dibin, dema em û YNK bi hev re di
fermandariya îqlîmî de bûn, em gihan wê baweriyê, ku pêwîste em nehêlin evana
destdirêjiyê li karê me bikin, ku li îqlîmê me bêhtir dibû, û ez naxwazim navan
bêjim, lê ez bawer dikim, ku PKK dij bi gelê me di ber hinekên din de sher dike,
û ji serî de gava serhildan sala 1991′ê çê bûye û parleman û fermandarî hatin
damezirandin, Abdullah Öcalan helwesta xwe li hember kêsheya kurdistanî
di Iraqê de diyar kir û ew jî helwesteke nebash bû, dema digot: ev parleman
nebashe û divê nemîne û ew lîstikek amerîkaye, û tishtin din ji gotinên
daxweyankirî û nasbûyî, û alaya sher bi deselatiya herêmî re li Kurdistana Iraqê
hilgirtin, lewre me û YNK bi hev re dij bi PKK sher kir, pishtî ku em binzorê
sher bûn, di dema ku sher ne daxwaza me bû, ew ji ber zorkirina, ku PKK aniye
ser me sala 1995′ê û bê ûsht hêrish ser me kirine. Me berxwedana xwe kir û di
daxweyaniya wan de hatibû gotin, ku divê em mîna partiyekî di Kurdistana Iraqê
de nemînin. Ev di satelît û çavpêketinên xwe de jî gotin, pisht re em binzor
bûn, ku sher bi Öcalan û PKK re bikin. Me çi alîkarî ji çi dewletan
negirt, ta ji Tirkiyê jî, me kanî bû sala 1995′ê di wê demê de ewan piçekî
teidîb bikirana, ji ber ku ne di stratêjiya me de bû, ku ev sher bigude, lê
mixabin! PKK lîstika sira seyidê herêmê lîst û destêdana nav karê nishtevanan û
karê fermandariyê berdewam kir, yanê problema wan ne li gel PDK tenê ye, lê bi
gish xelkê vê cîgayê cugrafî ye, ku em bi navê Kurdistanê Iraqê nav dikin.
Endamên partiya karkeran bi karinan radibûn, ku me ne dipejirand, bo nimûne,
nishtevana xefkek didîtin, ji nishka ve bi ser rûyên wan de diteqiya, ku ên
bêsûc bên kushtin…
Pisht re mayîn “bombe” di rêyan de diçandin, û eger yekî kiça xwe di
gundekî ji gundan bida mêr, pêwîst bû, ku destûr ji wan bigirta. Eve jî bo gelê
me û bihayîyên wî yên nirxdar kêmanîye…Pire “koprî” ya Balinda
sê caran hilweshandin, çar xortên, ku jiyên wan hîn negiha bûn shanzde saliyê
kushtin û pisht re partiyeke, ku navê wan hildigire di herêmê de ava kirin. Bo
vê sher dij bi wan berxwedane û ez rûmeta parastina vê serpêkê “tecrubê”
li hember wan hildigrim û her tishtekî, ku tersî vê tê gotin derewe û
sextekirina rastiyane.
Têkilî bi Tirkiyê re
- Niha ayîn diyare, hûn ji aliyê dîrokî û neteweyî ve, li gel Kurdanin, li
her derekê, û di wê demê de jî têkiliya hevkarî û hevpayenî di navbera we û
Tirkiyê de heye. Ma hûn dikarin sirekê, wek partiyeke demokrat û kurdistanî, di
pêdakirina etmosferekî ramyarî yê çêtir de, bo Kurdan li Tirkiyê, bilîzin…ji
ber vê têkiliya hevpayenî?
- Di baweriya me de, divê ev problem bi shêweyekî ramyarî bite veristin û
keftelefta me di vê warî de ye, û divê kefteleftên xêrxaz bigudin.
- Destpê kirin?
- Em nikarin wan mîna kefteleftên sazkirî bi nav bikin…tenê bîr û baweriyên
xêrê armanc dikin û em carina jî peyivîn, lê em naxwazin bi shêweyekî bê navber
destêdana Tirkiyê bikin.
- Lê eger aliyekî ji nûnerên gelê Kurd li Tirkiyê -ne PKK- ji roshenbîr û
hêzên serbixwe yên din û hêzên civakî û ji aliyê fermandariya tirkî ve, ji we
bixwazin, ma hûnê amade bin bo bi cih anîna vê sirê?
- Erê ev bêguman dibe.
- Ma hikariya têkiliyên hevrêzgirtinê di navbera we û Tirkan de, di hêminiya
herêmê de çê dibe?
- Guman têde nîne, ji ber ku em di têgihîshtina hevpar de bo problemên herêmê
xwedî parin û di pêkanîna hêminiyê de, û baweriya me bi hev û din jî di
alîkariya vê yekê de heye, û li ser parastina têkiliyê di vê sewiyê de em
rijtin.
- Çawa?
- Bi encama vê têkiliya bash di navbera me û Tirkan de, êdî gelek bêhtir ji berê
me fêhm dikin û têdigihin îvikên mijara kurdî û girêkiyên wê, û bi vê nêrînê me
kanî bû etmosfereke munasêb pêda bikira, û Tirkiye ne hevserê, ku mera guh nede
hêza wê, ew bo me dewleteke xudan giringiye, ji ber ku ew rêya me ya tenha ye bo
derve û lishtên hevpar di navbera me de bûne egera babetekî cî be cîkirinê di
herêmê de, ev jî di pêsherojê de dikare pêsh ve biçe.
- Mebest -wek mînak- hêminiya herêmên sînorê ye, berxwedana li hember
hishbirane “muxedîrat” û problema têrora sazkirî, cerîmeta sazkirî di herêmê
de?. Ma we alîkariya Tirkan dij bi hishbiriyê kir, bo nimûne…?
- Xêza tevzînokan bi xwe di herêmên me de ne çalake, lê ew dikare bibe biveyek
“dijwariyek” li ser sînorên tirkî-îranî, hinek hevkarî û baweriyên hevpar
bo karê dij bi vê jana dijwar hene, lê çi peyman tune ne.
Bo nimûne, di pirsên cinayetan de, eger yekî dizî kir an bi curmekê rabû, em
alîkariya wan bi taybetî di herêmên sînorê de dixwazin. Alîkariya me ya leshkerî
jî bi Tirkiyê re di kembera sînorî de heye û ev bûye rêya bêhtir cîbecêkirinê di
herêmên me yên sînorî de.
- Tirkiye bi têkiliyên hêminî û leshkerî bi Israîlê re hatiye girêdan. Ma
helwesta we çiye? Lora têkiliyên we yên bash bi Tirkiyê re hene, Ma hûnê
bihêlin, ku Israîl xwe ji herêma Kurdistana Iraqê ve nêz bike?- Emê hîç li
gel dewletekê dijî yek dî nebin. Têkiliya me bi Tirkiyê re li ser bingehên bo
herdu layan nasberin û emê têkiliya xwe bi dewletekê re dijî yeke din çi nekin.
Mijara Israîl û Tirkiyê jî girêdayî ramyariya tirkî û ramyariya îsraîlî ye, û em
nebûn û emê hîç nebin parek ji vê pilanê, û emê ji hîç kesekî re nehêlin, ku
casûstiyê li ser me bike.
- Hûnê bo Israîlê jî nehêlin, ku xwe ji Kurdistanê ve nêz bike bo dewleteke
din biêshîne?
-Ev guman têde nîne, û ev yeke ji bingehên ramyariya me, û em li ser vê pirsê bi
gisha re radiwestin û bi taybetî bi Sûriyê û Iraqê re, û em rêzgirtineke taybet
ji serok Hafêz Al-Asad re dikin û têkiliyên me bi Sûriyê re dîrokî ne, û tevî
hemî guhartinên li herêmê çê dibin, wan helwestên dîrokî ciyê xwe girtine.
- Hûn bawer dikin, ku guftegotina ramyarî di nav we û Tirkan de -wek we berî
niha xweya kiribû- têgihîshtineke bashtir pêda kir ji pirsa kurdî re di cîhanê
de, ma nêrîna we û ya wan di raxistina pirsa kurdî de bashtir bûye?
- Ev mijareke mezine.
- Hûn di têkiliya Tirkiyê bi Iranê re bêlayin?
- Erê em bê layin. Têkiliya me bi çi dewletê re ji van dewletan hîç ne li ser
hesabê ya dine, û dewletên herêmê vê dizanin û dizanin em çendî li ser vê
ramyariyê mijardarin. Bo nimûne, têkiliya me bi Tirkiyê re bashe û ev naye wê
wateyê, ku têkiliya me bi Iranê re nebash be, belku tersî vê yekê têkiliyên me
hevxêzin û ewê giring ji me re bercewendiya gelê me ye.
- Dibe, ku PKK li helwestên xwe, pishtî girtina serokê wê Öcalan,
vegere?
- Ez bawer dikim, wê tersî vê yekê çê bibe, ji ber ku PKK dixwaze xwe û xelkê pê
bihoshîne, ku ew pishtî girtina Öcalan hîn hêzdare û lewre wê kiryarên
xwe bêhtir bike û dij bi me û dij bi gelê me raweste.
- Ma çi têkiliya partiya karkeran bi Kurdistana Iraqê re heye?
- Em jî vê pirsê bi xwe dikin…
Em jî bo wan dibêjin, ku Kurdistana Iraqê ne qada we ye û her tishtekî hûn
dikin, hûn di ber de berpirsin û ne em.
- Yanê qurbanî hene?
- Erê gelek kesên sivîlên bêsûc ketin û ji bo vê me pawangehên xwe li ser rêyan
pirtir kirin, ku em hêminiya çûn û hatina bêtirs ji nishtevanên xwe re bi cih
bînin û wan ji karên têrorîstiyê ji aliyê leshkerî ve biparêzin, û di qada
pevçûna leshkerî de dest bi ser dayîn ji aliê me ve bi tevayî û gishtî hatiye
kirin û tishtê, ku em bi egera wê xembar bin, hîç tuneye û em dikarin li her
livînekê bi hêz vegerînin.
- Têkilî niha bi Iranê re çawaye?
- Berî niha bi salekê tenê, problem di navbera me û Iranê de hebûn. Van problem
dema em çû bûn serlêdanekê li Iranê çêbûn û me guman kir, ku wê encamên bash
bide, lê mixabin! Pishtî wê serlêdanê wan problem pêda bûn.
- Hinek kesên rêberiyê hatin girtin?
- Erê bi bersûckirina casûstiyê, pisht re ewan qurtal kirin “berdan”. Bê
guman Iran dewletek giringe û ew hevsera me ye jî, û bi dirêjiya xêzê alîkarî bo
sivîlan di dema mishxetiyê de kiriye.
Daxwaza me pêdakirina têkiliyên dostanîne li gel Iranê, ew jî mîna dewletên din,
û di vê navberê de me kanî bû dan û standinekî kûr û bash li gel Iranê çê
bikira, û em berî mehekê bi serlêdanekê rabûn, hêviya me jê ewe, ku hikariyê
bike û encamên bash di navbera me û komara îslamî li Iranê bide.
- Ma we li ser mijara bi kar anîna zevînê Iranê ji aliyê kesên PKK ve, bo
hêrishkirina ser we, axivîn?
- Ev mijar di çarçiva axiftina li ser mijarên sînorên hevpar, ku niha di nav
herdu aliyan de hene, hat ser zimên. Ji ber ku em ji kesekî re nahêlin, ku
sînorê dij bi wan bixebitîne û ewan jî rê nadin kesin din, ku me biêshînin.
-
Ma rast jî, dest li ser dan “seytere” pishtî peymanê çê bû ?
-
Em nikarin bibêjin, ku sedased bi cih hatiye, lê pêshketin çê bû, hema pêwîste
ji aliyê Iranê ve sînor bêhtir bite parastin.
-
Ma têkiliyên we yên aborî li gel Iranê hene?
Me
shandina nûneriyeke aborî bo Iranê biryar kir û em niha livbaziya bazarî di
navbera herdu aliyan de dixebitînin.
-
Ma mebest ji vê yekê, dan û standinên bazarîne an tishtekî ji wan mezintire.?
-
Tenê dan û standinên bazarîne.
-
Ma li gel Iranê mijara tevzînokan nehat peyivîn…? yanê hûn di herêmeke
paqij li Kurdistana Iraqê de dijîn û ji lishta we ye, ku hûn berxwedana dij bi
derbasbûnekê di herêmê de bikin. Ma ev mijar û çawaniya hevkariyê bo rêgirtinê
li derbasbûna tevzînokan anî ziman?
-
Bi taybetiyekê ew nehat peyivîn, lê -bo mînak- em li ser qaçaxiyê peyivîn, ji
ber ku em bi rastî dixwazin herêmê me, wek ew berê çawa bû, ji tevzînokan paqij
bimîne, û em li ser vê yekê mijûlin, em bizava xwe dikin, ku lêgera vê mijarê li
gel polîsê navneteweyî jî bikin û me pareke taybet di saziya polîsê de li
parêzgeha Erbîl’ê, bo ji nav birina vê janê vekiriye.
Têkilî li gel Iraqê
-
Ma têkiliya bi fermandariya Bexdadê re di van du salên pashîn de shehitîne û
bi pash ve çûne?
-
Em li têkiliyê bi Iraqê re ne mîna têkiliyê bi yên din re dinirxînin, ji ber ku
em Iraqê ji xwe re nisht “weten” dizanin û Bexdad zevînê me ye, ew
paytextê teviya îraqiyane. Ramyariya me li ser vê bingehê ye û hîç bi carekê
shûngirtê li hev nehatinê naye wê wateyê, ku em her di pevçûnê de bin bi
fermandariya îraqî re, û em li ser vê bingehê ta roja îro mane, û niha jî
têkiliyên me yên bazarganî û werzishî “sporî”, mîna lîstika pêgok û
destgokê bi hev re hene, desteyên “fîrqeyên” kurdî li gel desteyên îraqî
dilîzin û di sewiya mirovî de nishtevan diçin Bexdadê û ji Bexdadê jî hejmarin
mezin tên havîngehên di herêmên me de, û têkilî di vî warî de ta niha rast bi çi
lerzînên “erdhejên” mezin nehatiye, dûrî ku kî li Bexdadê fermankariyê
dike, ji ber ku em ne shûngirtê sazûmanê ne, tenê me kêsheyek heye, lê ev kêshe
jî me nake aceteka bo daxwazê, kî çi ji me bixwaze, em di cî de bi cih bînin.
-
Helwesta we ji mijara zagona rizgarkirina Iraqê, tevlêbûna we di dan û standinên
Washington’ê de û
çûyîna nûnerê PDK, ku serlêdana Madlen Olbright kiriye?
-
Me helweseta xwe ji serî de îvkiriye û ew tersî vê zagonê ye, ji ber ku em wê
bash nabînin û ew nizimkirin û riswakirina berevaniya îraqî ye. De wer binêr!
Wan got, ku wê bo berevaniyê hinek kamêrayên Vedio, Fax û acetên wênegirtinê
bidin…û têkilî li gel merivên xwedî mijarekê bi vê shêweyê, bi rastî
nizimkirine. Shirovekirina hebûna me di encumenên wilo de jî, ji ber ku em
nikarin ji çi ciyê têde mijara kurdî tê ser zimên dûr bimînin û em dibêjin, erê
bo
me
kêsheyek heye û tishtê, ku em bibêjin heye û li ser wê berdewam bin, lê naye wê
wateyê, ku em xwe bidin bi dest her viyanekê.
-
Em ji vê têdigihînin, ku wê asanîkirin li Kurdistanê bo berevaniyê neyin
delîvekirin, eger ew pêdiviyê bingeheke bo hilgavtinê be?
-
Çi biryarê em bistînin, wê bi shêweyekê ji shêweyan girêdayê jîn û mafên sê
milyon mirov be, ew bingeha yekê ye, û eger me derî vekir, ku baregehan bidin bo
berevaniyê, ku ji wan de hilgavin û agirî berdin ser girikên
“rebiye”
îraqî, em hîç bi carekê dê ne li gel vê berveçûnê bin û wê herêmên me nebin
herêmên hilgavtinê ji vî karî re, ji ber ku em li lishta gelê xwe dihoshin.
Têkilî li gel Yekîtî
-
Diyare dan û standinên washington’ê di navbera we û Yekîtî de shehtîne û çi
serketinên berçav pêkanîne, Ma ev rewsha xemdar wê bigude?
-
Dan û standin ne shehitîn, û tishtek jî pêk hatiye, ji ber ku dan û standinan
(6) akt, ku hatibûn shiyandin, biryarkirin û li ser wan li hevhatin çê bû, lê
nehatin qolkirin “îmzekirin”. Di cedwelê de shesh aktên, ku li ser wan li
hev hatine, evin:
-
Bangeshînî “î’lam” û li ba hev bi cihkirina bûrowan û ev
pêsh ve diçe, bo vekirina liqan, hatinên mîrî, mishextiyan,
parleman û fermandaryê û pisht re hilbijartin. Û pishtî neh
rojan ji dan û standinan û rûnishtinên, ku têde Brîtaniya û Tirkiyê cî girtin,
li hevhatin li ser van aktan bi firehiyên wan çê bûn, lê mixabin!
Di
roja dawiyê de, ku pêwîst bû ji aliyê serokê nûneriya Yekîtî Nishtimanî Kemal
Fuad ve bihata qolkirin, lê wî got, ku ew nake, ta venegere ba serokatiya
Yekîtî Nishtimanî, û ta niha jî metnên wan bo qolkirinê amade ne. Wan aktên,
ku bi hev re axiftin li ser çê bûye û li hev hatin li ser tevan yek û yek, û li
ser cedwela kar jî bi gishtî çê bûye. Yekîtî Nishtimanî guman dikir, ku
wê pêshketin di mijara diravî “malî” de çê nebe, lê ew jî bê dudilî hat
pejirandin, ku emê mehanyeke biryarkirî li gor wê li hev
hatina ta niha nehatiye qolkirin, bidin bo Yekîtî Nishtimanî.
Yekîtî histobarê shehtîna dan û standinan û qolnekirinê ye. Em dixwazin bigihin
çareyekê ku venegera sher misoger bike, ji ber ku ev sherê, ku di van salên
dawiyê de çê bûye, etmosfêrên bêbaweriyê di navbera herdu aliyan de pêda kirin û
tenê li hevhatinek nikare baweriyê bi hev û din vegerîne û peymaneke hevpar bi
tenê bo pê înanê “sîqetê” nebese.
Ez
bawer dikim, ku çareserî di gudandina rewsheke hêminî û siroshtîkirina ‘tetbî’
”gavgavî de ye, yanê siroshtîkirina têkiliyên rojane. Ewan dixwazin, ku hemî
pirs di navbera roj û shevekê de ji holê rabin, ew jî bi wateya, ku sher di
sae’tekê de raweste an jî di her gavekê de sher çê bibe.
-
Bo çi Yekîtî qol nekir?
-
Ev pirseke bi pir layane û divê em çareyekê bibînin û ne pêwîste em li çareyeke
karbazî li dervey vê li hevhatinê bigerin, ji ber ku ew ziyaneke pir mezin pêda
dike.
-
Ma we alîkariyên diravî berî li hevhatina Washington’ê dan bo Yekîtî?
-
Erê, dora 60 mio. Dînar, ew jî dike 3 mio. Dolar.
-
Ma ewana mehaneyên erkdaranin “mamûr” an çi ne?
-
Berî du salan û bê ku li hev hatineke hevpar heba, me mehaneyên erkdaran
bo hinek saziyên berdestvanî ‚xizmet’ dan û me wilo gudand, ta rewshên
wan ên diravî piçekê bashtir bûn, û me bi dest jî dan bo mamosta Celal
Talebanî gava ew hatibû serlêdanê li Selahdînê.
Barzanî
Cankurd
Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê
helbestê li ser shêrê Barzan
Da
bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê
Dibêjim bi zarava Kurdaxê
Ewa
ruhnîpir wekî çiraxê
Pê
dibêjim du rêz pesindarî
Li
ser Barzanî, wek wefadarî
Dikim diyarî ji bo malbata hêja
Dihêlim li pey xwe bo dengbêja
Ne
ji bo ku bêjin, ew helbestvan e
An
peyrew e, an jî sergiran e
Tenha ji ber ku payebilind e
Barzanî yê nemir, shahê Kurd e
Hêjaye pesindarî herdem ew
Li
ber wî, helbestvan her wekî kew
Bipirs ji gel, ji ciwan û pîr î
Kê li we kir hikarî, dilgîrî
Wê ev be herdem bersiva Kurdan:
Serakê pêshmêr û shêrê Barzan
Lew re diçin ber gora navdayî
Dibêjin shahê me Kurdan tuyî
Bila carek ji nû serî hilda
Dîroka xebata xwe xeber da
Hezar shêrên di wek kak Masûd
Bi hilma navê wî dibin xweshnûd
Bi meh û salan li çiyan mayî
Da Kurd bigihin jîna azayî
Pishta wî Idrîs bavê Nêçîrvan
Iro serbilinde gelê Kurd bi wan
Serî rake, carek, di gorê da
Di shal, shepikên xwe yên kurdî da
Binêr tu carek li parlemanê
Ava dikine em Kurdistanê
Kurd avadikine bi mêranî
Li
her der dibistan, avedanî
Binêre, ey shahim, li pêshmerge
Wek
te xwestî, her shêr û piling e
Neyar û dijmin ji wan ditirsin
Heval û dostan li me dipirsin
Tirsê dixin dilê Tûraniyan
Ewên xapînok wekî roviyan
Kesek newêre bavêje ser me
Neyar êdî direvin ji ber me
De rabe, ey serkêshê karwanî
De rabe, serdarê me Barzanî
Bipirsin ji Turkan û ji Farsan
Ji Ereb û Uris, hem ji Alman
Bipirsin hûn ji van shax û çiya
Kê bilind kirî navê Mîdiya?
Dibêjin: Leheng û shêrê Barzan
Azadî înaye bo Kurdistan…
Barzanî namire, dê her bijî
Di xûna dilê me da, di mejî
Hezar salên dî yên ku bên
Gelek heyv û royên ku hilên
Rêber dê her bimîne Barzanî
Têkoshîna wî bû ku azadî anî
Bersiva çiyan rast û dirist e
Di
saya te da ev gel serbest e
Te
em fêrkirine fedekarî
Tuyî mamhostayê Kurdewarî
Di
nav ceng û shegehên azadî
Neyar lehengekî wek te nedî
Heman dem tu di rêzê pêshîn da
Te
yekcarê xwe bi pash ve neda
Her
wekî lehengên efsaneyî
Tu
pêshmêr û hem kelatê me yî
Tirsa neyarî her hebû ji te
Palpishta Kurda bû pashnavê te
Hergav li gel pêshmerge, li shergeh
Bo
dijmin neda delîve, bergeh
Bi
ser da dihatin tang, balafir
Napalm û jehir, bi ser da agir
Tev
li nexweshî û pîrbûna wî
Dîsa jî neyar ji ber wî revî
Herdem ma kurdekî bash, nefis biçûk
Bi
lehengiya xwe ew bû serok
Selmas û Agirî, Qendîl û Hemrîn
Tev
hezdikin ji te, ta bi Efrîn
Navê te balaye herdem û sal
Serok Barzanî, tuyî bavê kal
Netirsî ji kushtin û sêdarê
Her
ma li ber bayî wek çinarê
Gelek çûn di eywan û sera da
Mijûl bûn bi zêran û pera da
Hema ew ma kurdekî çiyahez
Wek
shivanê bûye xemwarê pez
Çendîn kirin xefk û dav li ber wî
Çendîn neyaran avêtin ser wî
Belê ew ma wekî Selahdiddîn
Neyar ji ber wî revîn li Hittîn
Wek wî derket ji bo me Barzanî
Mixabin, neyar tol jê hilanî
Tiving nedaye bi malê Bexdad
Bi pêshmerge her maye ew dilshad
Li gundan û li kotanên çiyayî
Li
ber berf û baran û reshbayî
Li
gel hejaran û kesên bêmal
Derbaskirin gelek sal û demsal
Her
li pey wî marên dev bi jehir
Cashan herdem xiyanet li wî kir
Da
hilpire bi azadî ev al
Da
neyine shehîdkirin mendal
Da
kurd bijîn wek neteweyên dî
Jînek bi rûmet û her bi shadî
Barzanî tu ma, wekî kelahî
Tu bû çiraxek shevên siyahî
Sed wekî Cezîrî yê zimanxwesh
Diweste di pesnê da Siyapûsh
Li
ber navê te tev dibin zarok
Bi
sedan wek shahê Sîhanok
Bi
mêranî her tu mabû li pêsh
Di qadên sher, hem shêr û serkêsh
Di
kuntarên çiya da diraza
Xwe
davêt ser neyarî wek baza
Ji bo Qazî Mihemmed heval bû
Ji bo azadî hilgirê al bû
Iro me hilda, kesk û sor û zerd
Dicivin li bin sîwana te Kurd
Iro
dixûnin li dibistanê zarok
Bi
Kurdî li ser jiyana serok
Iro
bi rêzî tên ber gora te
Ji
her aliyekî tên dilsozên te
Hemî dil bi hêvî, gul di destan
Serî diçemînin bo shêrê Barzan
Ey taca serê Kurd, sed aferîn
Ey bazê cengan, bavê raperîn

1) Rastiya Ayetê wilo ye: ( Ey mirovno! Me hûn ji nêr û mê pêda kirin û
me hûn kirin gel û êl, ku hûn hev û din binasin, rûmettirê we li ba Xwedê
xwedatirstirê we ye…) (El-hucirat-13)