Berî Mîladî
·
1700-
Kasî ji Zagrosan dadikevin, Babîle digrin û binavê Kodonîyaş
dewlete ava dikin.
·
1300-
Serdema mîtaniyan.
·
612-
Med Nînovayê digrin.
·
401-400-
Vegera Dehezaran û Kardoxî
·
3000-
Kela (sûra) Amedê cara pêşî ji aliyê Hurîyan ve hatiye çêkirin.
·
2000
dema Hurî û Mîtaniyan
·
1200-
600 dema Asûrî û Urartiyan
·
550-
331 dema persan
Piştî Mîladî
·
226-395
dema Romayiyan
·
226-395 dema Romayiyan
·
395-639 Dema Bîzansiyan
·
639 dema Ereban
·
661 dema Emewiyan
·
750 Dema Ebasiyan
·
941-
Desthilatdariya Hesenewiyan
·
951-
Mihemed Şedadî Li hermêma Rewandûzê desthilatdariya Şedadiyan îlan kir.
·
985,
payîza paşîn- Damezrandina dewleta Merwanî. Bad bîn Dostik Meya Farqînê digre û
dewleta Merwaniyan dadimezrîne.
·
1085
dema Selçûkiyan
·
1171-
Selhedînê Eyûbî li Misrê dest da ser dewleta Fatimî û bû padîşa.
·
1232
dema Eyubiyan
·
1452- Îdrîsê
Bedlîsî li Bedlîsê ji dayik bûye. Hinek çavkanî dibêjin ne 1452 ye 1457 e, ne
zelal e. Di sala 1520î de li Stanbolê miriye.
·
1507
dema Sefawiyan
·
1514
– Sultanê Osmanî Yavuz Selîm di şerê Çaldiranê de eşîrên soz û
peyman da kurdan ku alîkariya wî bikin dê otonomiya xwe biparêzin.
·
1515-
Dema Osmaniyan dest pê kir. Hemû mîrîtiyên kurd bi Stanbol ve hatin
girêdan.
·
1597-
Şerefxanê Bedlîsî Şerefnameyê nivîsiye.
·
1639
– Kurdistan bi peymana Qesrê Şîrîn di navbera împaratorîyên Osmanî û ya Îranê
de hate beş kirin.
·
1651/2-
Ahmedê Xanî li gundê Xanî ji dayik bûye.
·
1695-
Ahmedê Xanî Mem û Zîn nivîsiye. Tê gotin ku di sala 1690 dest pê kiriye û pênc
salên wî girtiye û di sala 1695an de qedandiye.
·
1840,
Ç. Pêşîn – Bedirxan Begê li Botanê serxwebûna xwe îlan kir.
·
1832
– Şerê Mîr Mihemedê Rewandûzî û Osmanîyan.
·
1843-1846
Serhildana Şêx Ubeydûllahê Nehrî li hember rêveberîya Osmanî û Îranî.
·
1873-
Seîdê Nûrsî (Bedulzaman) li bajarê bedlîsê, bajaroka Hîzanê li gundê Nursê
ji dayik bûye. Di 23 Adara 1960î de li Ruhayê wefat kiriye.
·
1887-
Fehmîyê Bîlal (Firat) li Licê bûye. Sekreteriya şêx Seîd kiriye. 1967an de li
Amedê wefat kiriye. Gora wî li Licê ye.
·
1889.22ê
Nîsanê – Yekem rojnameya Kurdan bi navê "Kurdistan" ji aliyê Mithat
Bedirxan ve li Qehîrê derket.
1900-1922
·
1903-
Cigerxwîn (navê wî yê resmî: Şêxmûs Hesen e) li Merdînê li gundê Hesarê bûye û
di 22 Cotmeha 1984an de li Stockholê wefat kiriye.
·
1905-
Osman Sebrî li gundê Narîce bûye û 11.10.1993 li Şamê wefat kiriye.
·
1908,
22ê Sibatê – Rojnameya Kurd Tewûn û Terakkî dest bi weşanê kir.
·
1908,
19ê îlonê – Cemîyeta Kurd Terakkî û Teawûn saz bû.
·
1908,
15ê Mijdarê- Rojnameya Şerkî Kurdistan li Stanbolê derket
·
1913,
Gulan – Cemiyeta "Hêvî" saz bû.
·
1913,
6ê Hezîranê- Kovara Rojî Kurd derket.
·
1913,
19ê Îlonê – Kovara Yekbûn dest bi weşanê kir.
·
1913,
23 Cotmeh- kovara Hataw derket.
·
1918,
10ê Çilleya Pêşî – Cemîyeta Kurd Tealî hate damezrandin
·
1918,
18ê Hezîranê- îngilîzan Mamûd Berzencî surgûnê Hindistanê kir.
·
1918,
30ê Cotmehê- Peymna Mondros hat îmza kirin.
·
1918,
7ê Mijdarê – Kovara Jin li Stenbolê dest bi weşanê kir
·
1919,
19ê gulanê – Komkujîya Pontûsan rû da.
·
1919,
21ê Heziranê – Kovara heftane Jînê dest bi weşanê kir.
·
1919,
23ê Gulanê /1920 – Tevgera Serxwebûna Kurdistanê dibin rêbertîya şêx Mehmudê
Berzencî de dest pê kir.
·
1919,
Gulan – Cemîyeta Kurdistan Tealî saz bû.
·
1920,
10ê Tîrmehê – Peymana Sewrê ku Kurdistan û Ermenîstaneke serbixwe dixwest
li dar ket.
·
1921,
6ê Adarê – Berxwedana Koçgirîyê.
·
1922,
5/28ê Tîrmehê – Serhildana Simkoyê Şikakî (Simko Axa) li Rojhelatê
Kurdistan.
·
1922,
11ê Haziranê – Ji alî şêx Mehmûdê Berzencî ve îlankirina Qiraliyeta Kurd.
1923-1975
·
1923,
24ê Tîrmehê – Peymana Lozanê çar parçebûna Kurdistanê.
·
1923,
23ê- Dema Komara Tirkiyê dest pê kir.
·
1924,
12ê Îlonê- Li Hekariyê serhildana Nastûriyan
·
1925
,14ê Sibat/31’ê Gulan – Serhildana mezin ya Kurda: Tevgera Şêx Seîdê Pîran.
·
1925,
16ê Kanûnê- Serhildana Başûrê Kurdistanê li hember rêveberîya Ingilîzan
·
1925,
2ê Gulanê- Seyîd Evdirqadir,Seyîd Mehemed, Şadî, Xoce Eskerî, Kemal Fevzî, Hecî
Ahdî (Bavê Tûjo) li Amedê hatin bi dar ve kirin.
·
1925,
4ê Îlonê- Şêx Seîdê û 52 hevalên wî hatin bi darve kirin.
·
1926,
16ê Gulanê/17’ê Hezîran – Serhildana Agirî û komkujîya yekem ya Agirîyê
·
1927,
26ê Gulanê/25’ê Tîrmeh- Serhildana Mutkî yê.
·
1927,
8/20 Îlon – Komkujîya duyem a Agirî yê.
·
1927, Tîrmeh
– Komîteya Netewî ya Kurd Xoybûn saz bû.
·
1929,
22 Gulanê/3’ê Tîrmeh – Serhildana Zîlan.
·
1929
,14/17ê Îlonê – Komkujîya Tendûrek ê.
·
1930,
7/14ê Îlonê – Sêyemîn Komkujîya Agirîyê.
·
1930,
21 ê Tîrmehê – Serhildana Oremar.
·
1931,
Cotmeh 1930/Gulanê – Balafirên Ingilîzan Berxwedana Berzencî şikandin.
·
1932,
5ê Gulanê – Qanûna sûrgunê "Mecburi Iskân".
·
1932,
15ê Gulanê kovara Hawar derket.
·
1935,
Çile Pêşî – Jibo Kurdên Dêrsimê "Qanûna Tûncelî" hate derxistin.
·
1937,
5ê Îlonê – Serokê Serhildana Dersimê Seyîd Riza hat girtin
·
1937,
15ê Mijdarê de Seyîd Riza û 10 hevalên xwe li Elezîzê hatin bi dar ve kirin.
·
1938,
21ê adarê 1937/16 Êlûn – Berxwedana Dersimê û jenosid (qirkirin).
·
1942,
1ê Nîsanê- Kovara Ronahî dest bi weşanê kir.
·
1945, Tîrmeh
– Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (Î-KDP) saz bû.
·
1946,
13ê Çileya Pêşîn – Komara Kurdistan l(Mahabad) hate damezrandin.
·
1946,
16ê Tîrmehê – Partîya Demokrat a Kurdistana Îraqê- I-KDP hat damzrandin.
·
1946,
15ê Cile- Artêşa Îranê ket Mahabadê, Qazî Mehemed û hevalên wî girtin.
·
1946-
Dildar merşa "Ey Reqîb" nivîsiye. Helbestvan Dildar di navbera salên
1918-1948an de jiyaye.
·
1947,
17ê Çileya Pêşîn Komara Kurdistan a Mahabadê ji aliyê rejîma Îranê ve hate
rûxandin.
·
1947,
22ê Sibat – "Meşa Dirêj" ya Kurdan di bin serokatîya Mele Mistefa
Barzanî de.
·
1958,
14ê Hezîran/27 Tîrmeh – Qral Faysal ji text ket û Îraq weke " Komara
hevbeş ya Kurd û Ereban" hate bi nav kirin.
·
1956,
9ê Cotmehê- Mahmûd Berzencî wefat kir.
·
1958,
7ê Cotmehê – Mele Mistefa Barzanî ji Sowyetê lvegerîya Îraqê.
·
1961,
11ê Îlon – Li Kurdistana Başûr şerê çekdarî li hember rejîma Îraqê dest pê
kir.
·
1962,
1ê Cotmehê li Satanbolê kovara Dîcle- Firad dest bi weşana xwe kir.
·
1962,
5ê Cotmehê – Di hijmartinên nifûsê kû li Sûriyê pêk hatin de, 120 hezar Kurd
weke "xerîb" hatne bi nav kirin û hemî mafên wan yê hevwelatî ji dest
hate girtin.
·
1963,
8ê Sibatê – Li Îraq ê derba leşkerî.
·
1965-
Li Bakur KDP hat damezrandin û serokê wê yê yekem Faik Bucak bû.
·
1965
çiriya. Pêşîn kovava Çiya li Almanyayê derket.
·
1968,
17ê Tîrmehê – Li Îraqê darbeya BAAS; Cûnta Tekrîtî.
·
1969,
Çileyê Paşîn- Kovara Dogu li Stanbolê derket.
·
1969,
Gulan – Yekîtîyên Xwendekarên Şoreshger yên Rojhelat DDKO hate damzrandin.
·
1970,
11ê Adarê – Tevgera Kurdistana Başûr otonomîya xwe bi rêveberîya Îraqê da
pejirandin. Peymana 11ê Adarê.
·
1970,
6ê Nîsanê- Bultena DDKO derket
·
1974,
11ê Adarê – Ji ber ku rejîma Îraqê li gor peymana otonomîya Kurdan tev ne
geriha şer û pevçûnên dijwar di navbera Kurd û hêzên dewletê de dest pê kirin.
·
1974,
31ê çileya Paşîn- Partiya Sosyalîstan a Kurdistanê (PSK) hat damezrandin
·
1974,
13ê Gulanê- Leyla Qasim bi çend hevalên xwe ve hatin bi darve kirin.
·
1975,
5ê Adarê – Peymana Cezayîrê di navbera Iran û Îraq ê de, êrîşên hevbeş yên
dijwar li hember tevgera kurd û belavbûna hêzên Kurd li Başûrê Kurdistan ê.
·
1975,
Hezîran – Yekîtîya Niştimanî Kurdistanê (YNK) saz bû.
·
1975,
Hezîran- Kovara Özgurluk Yolu derket.
·
1975,06.09-
Li Licê erdhej çêbû.
·
1976,
Îlon- Kawa hat damezrandin
·
1977,
28ê Îlonê DDKD hat damezrandin.
·
1978,
Çileyê Paşîn. Kovara Kawa li Stanbolê derket.
1978-1979
·
1978,
11ê Çile – Li bajarê Mereşê komkujiya elewiyan.
·
1978,
18ê Gulan – Heqî Karer tê qetlkirin.
·
1978,
27ê Mijdar – Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gundê Fîsê hat damezrandin.
·
1979,
1ê Adarê – Serokê PDK ê Mele Mustafa Barzanî li Amerîka yê wefat kir.
·
1979,
Gulan- Rojnameya Armanc li Stockholmê derket.
·
1979,
Hezîran- Kovara Ala Rizgarî derket.
·
1979,
17ê Tîrmehê – Mahabad ket destê hêzên Kurd.
·
1979,
5ê Îlonê – Rejîma Xumeynî ya Îranê êrîşî kurdan kir.
·
1979-
Li Almanyayê çend komeleyên bi navê Komkarê hatin cem hev û
Federasyona KOMKarê damezrandin.
·
1979,
Sibat – Li Îranê rejîma Şah rûxîya.
1980-1989
·
1980,
12ê Çile – Di encama êrîşa dewleta Tirk û Sûrîye de li Qamişlo 15 mîlîtanên
KAWA hatin qetil kirin.
·
1980,
23ê Îlon – Şerê Îraq û Îranê dest pê kir.
·
1980,
12ê Îlon – Li Tirkiyê darbeya leşkerî.
·
1980,
Çileyê Paşîn- Kovara Newrozê li Elmanyayê derket.
·
1981,
6ê Hezîranê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hat damezrandin.
·
1982,
21ê Adarê – Mazlum Doğan li zîndana Amedê hat şehîd kirin.
·
1982-
Kovara Berbangê dest bi weşana xwe kir. Berbang organa
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd e.
·
1982,
18ê Gulanê – "Şeva çaran". Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengîn
û Necmî Öner di zîndana Amedê de xwe dişewitînin.
·
1983,
23ê Gulanê – Yekem operasyona leşkerî ya dewleta Tirk bi pejirandina Îraqê li
Başûrê Kurdistanê.
·
1983,
5ê Îlon – Li zîndana Amedê berxwedana girseyî.
·
1983,
Sibat – Enstîtuya Kurd ya Parîsê hate damezrandin.
·
1984,
Çileya Pêşîn – Li girtîgeha Amedê Necmettin Büyükkaya,Yilmaz Demîr,
Remzî Aytürk, Orhan Keskîn û Cemal Arat şehîd ketin.
·
1984,
9ê Îlon – Hunermendê kurd Yilmaz Guney li Parîs ê wefat kir..
·
1984,
15ê Tebaxê – Destpêka tekoşîna çekdarî a PKK bi êrîşên ser Eruh û Şemzînan
·
1985,
21ê Adarê – ERNK hat îlan kirin.
·
1985,
31ê Cotmehê prof. Qanadê Kurdo wefat kir.
·
1986,
21ê Adarê – Hêzên dewleta Sûrîyê li Şam û Qamişloyê êrîş bir ser pîrozbahiyên
Newrozê.
·
1986,
28ê Adarê – Egîd (Mahsum Korkmaz) şehîd dikeve.
·
1987,
14/15ê Cotmeh – Konferansa Kurd ya Parîsê.
·
1988,
16ê Adarê – Li Helebce 5 hezar kurd ji aliyê rejîma BAAS ve bi çekên kîmyewî
hatin qetil kirin.
·
1988,
12ê Gulan – Li Başûrê Kurdistanê Berêy Netewî ku ji 8 rêxistinan pêk dihat saz
bû.
·
1988-
Li Stockholmê weşanxaneya APECê hat damezrandin.
·
1988, Tîrmeh
– Di êrîşa "Enfalê" de, ji 100 hezarî bêtir Kurd hatin qetil kirin û
hewqas jî koçber bûn.
·
1989,
8ê Adarê – Stranbêj Mehemed Şêxo rehmet kir.
·
1989,
13ê Tîrmeh – Sekreterê Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê Dr. Abdurrahman
Qasimlo, li Vîyanayê hat şehîd kirin.
1990-1999
·
1990,
13/30ê Adarê – Di serî de li Cizîr û Nisêbînê, li Bakurê Kurdistanê serhildanan
dest pê kir.
·
1991,
12ê Nîsan – Li Îraqê li bakurê paralêla 36an xeta parastina Kurdan,
"Provide Comfort" hate îlan kirin.
·
1991,
5ê Adarê – Serhildana Başûrê Kurdistanê.
·
1991,
7/10ê Tîrmeh – Kuştina Wedat Aydin di êşkencê de û serhildana Amedê.
·
1991,
1ê Nîsan – Li Başûr bi sedhezaran Kurd ji ber tirsa gazên kîmyewî cih û warên
xwe berdan û ber bi sînorên Îran û Tirkîyê ve çûn.
·
1991,
12ê Tîrmeh – Ji bo çavdêrîya "Herêma Parastî" li Îraqê, ji gelek
netewan "Hêza Çakûç" hate damezrandin.
·
1992,
19ê Gulan – Hilbijartinên Parlametoya Başûrê Kurdistanê.
·
1992,
27ê Îlon – Sekreterê IKDP Dr. Sadik Şerefkendî û 2 endamên komîteya
navendî yên partîyê li Berlînê ji aliyê ajanên Îranî ve hatin kuştin.
·
1992,
4ê Cotmeh – Li Kurdistana Başûr şer di navbera PDK, YNK û PKK de.
·
1992,
4ê Cotmeh – Palementoya Netewî ya Kurdistana Başûr, Dewleta Kurd ya Federe îlan
kir.
·
1993,
16ê Adar – "Agirbest" a yek alî ji alî PKK ê ve û Protokolên şamê.
·
1993,
5ê Adarê – Parlamenterên Kurd yên DEP î, bi darbeyekê hatne girtin.
·
1993.07.30-
Komkujiya Licê. Dewletê Licê da ber top û tankan. Navenda Licê şewitand û
komkujiyê pêk anî.
·
1993,
2ê Tîrmehê – Li Sêwas ê 36 rewşenbîr bi rengê şewitandinê hatne qetil kirin.
·
1994,
1ê Gulanê – şer di navbera PDK û YNK ê de.
·
1995,
20ê Adarê – Dewleta Tirk bi 35 hezar leşkerî ve kete Kurdistana Başûr.
·
1995,
30ê Adarê – MED-TV dest bi weşana xwe ya satelîtî kir.
·
1996,
14 îlonê – înstîtûya Kurdî li Stockholmê hat damezrandin.
·
1996, Îlon
– Şerê di navbera PDK û YNK ê de dijwartir bûn û li Kurdistana Başûr rêveberîya
du herêmî dest pê kir.
·
1996,
Hezîran – Kongreya HADEP ê û di êrîşeke ser Partiyê de girtina rêvebirên wê.
·
1997,
zivistan- Kovara Bîrnebûn hejmara 1ê derket.
·
1998,
9ê Cotmeh – Piştî tehdîtên Tirkiyê yên li ser Sûrîyê, Serokê PKK ê Abdullah
Öcalan ji Şamê derket.
·
1998,
12ê Mijdar – Hatina Serokê PKK ê Abdullah Öcalan ya Italiya yê û meşa Kurdan ya
ber bi Romayê ve.
·
1998,
17ê Îlon – Peymana Washington ku bi hewldanên Amerîka di navbera Barzani
ve Talabani de pêk hat.
·
1999,
15ê Sibat – Serokê PKK ê Abdullah Öcalan radestî (teslîmî) Tirkiyê kirin.
·
1999,
Hezîran – Kongra Netewî ya Kurdistan KNK hate damezrandin.
·
1999,
29ê Tîrmehê- Medya TV dest bi weşana xwe kir
·
1999,
Tîrmeh – Biryara [PKK] ê ya agirbesta yekalî û dem ne diyar hat dayîn.
2000-2009
·
2000,
21ê Adarê – Li Amedê 300.000 kes Newroz pîroz kir.
·
2000, Îlon
– Festîvala demokrasî, aştî û azadîyê ya Kurdistanê ya 8an, li bajarê
Kolnê hat li darxistin..
·
2001,
Gulan – KON-KURD ê li Ewropa kampanya "Nasnameya min rûmeta min e"
da dest pê kirin.
·
2001,
1ê Îlon – Festîvala Demokrasî, Aştî û Azadîyê ya Kurdistanê ya 9an bi
şîara "Nasnameya min rûmeta min e" hate pîroz kirin.
·
2002,
4ê Nîsanê- Dîcle Haber Ajansî (Ajansa Nûceyan a Dîclê (DIHA) dest bi weşanê
kir.
·
2003 Mijdar
– KADEK hat fesih kirin, Kongra-Gel hat damezrandin.
·
2004,
1ê Adarê- ROJ TV dest bi weşana xwe kir.
·
2006,
15ê Tebaxê- Rojnameya Azadiya welat li Amedê rojane derketiye.
·
2007,
23 Kanûn- Newroz TV li Swêdê dest bi weşana xwe kir.
·
2007,
15ê Gula- Ji aliyê KNK ve "Roja zimanê dayikê" hat qebûl kirin.
·
2008,
21ê Mijdar- Ajansa Akanews li Hewlêrê hat damezrandin.
·
2009,
01.01- TRT6ê dest bi weşana xwe kir. TRT6, di 26ê meha 12an de dest bi weşana
xwe ya test kiribû û evara serê salê dest bi weşana xwe ya asayî kir.
·
2009.
07.25 – Li Başûr hilbijartina serokatî û Parlamentoya Herêmî çêbû.
·
2009.08.05-
Serokê DTP Ahmet Turk û serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo
çareserkirina pirsgirêka kurd cara yekem hevdîtin. Ev di dîroka Tirkiyê de
proseseke nedîtî û gaveke pozîtîv e. Lêbelê Erdogan ne wek serokwezîr, wek
serokê partiya xwe AKP bi heyeta Ahmet Turk re hevdîtin pêk anî.
·
2009.08.08-
Dengbêj û hunermend Aramê Tîgran li Yunanistanê çû ser dilovaniya xwe.
Amadekar: Amed Tîgrîs