Jiyan û biserhata endamên malbata serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî
A. Mihabad perstişgeha pîroz a kurdan e
58 sal berî niha, bajarê şêrperwer Mihabad li rojhilatê Kurdistanê şahidê
bûyereke giring bû, ku di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî ye.
60 sal berî niha, rewşa cîhanê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî gelek
paşdemayî bû. Zanyarî û tecrûbê rastiyek bi daye selmandin: Her neteweyek ku
radeya ferheng, çand û zanyariyên wan nisbet bi gelên din kêmtir bûye, hertim
ketiye ber renî û aşopa ji navçûn û tunebûnê. An jî bi rêya kedxwariyê di nava
neteweyên cûr bi cûr de ketiye ber darê kedxwariyê û feyde jê hatiye standin.
Jiyana Mîna Qazî û rola wê di Yekîtî Afretanî (jinên)
Kurdistanê de: Xanima Kurd Mîna Qazî di sala 1908an de li bajarê
Mihabadê hatiye dinê. Navê bavê wê Ehmed û navê dayika wê jî Gulendam e. Ew ji
malbata (tayifa) Hacî Hesen Xanî (Hacî Beg) ne, ku yek ji malbatên mezin li
herêma Mûkiriyan e. Beriya ku Mîna bi Pêşewa Qazî Mihemmed re bizewce, paşnavê
wê Iskenderî bûye. Di temenê 19 saliyê de dibe hevala jiyana pêşewa Qazî
Mihemmed. Mîna Qazî li ser rewişt û exlaqê pêşewayê şehîd gelek razîbûna xwe
dide diyarkirin. B. Hinek Zanyarî li ser jiyana zarokên Pêşewa Qazî
Mihemed û Mîna Qazî 1. Ismet Qazî (1932- 1957 Mihabad): 2. Ifet Qazî: 3. Munîr Qazî: Di sala 1938an de li bajarê Mihabadê
hat dinê. Niha jî li wir dijî. 4. Perwîn Qazî: Di sala 1942an
de li Mihabadê hat dinê û di 28.02.99an de li bajarê Tehranê wefat kir.
Bajarê ku ez li ser diaxivim, Mihabada 60 sal beriya niha
ye, ku dibe bi qasî 15 hezar kes şênî (nifus) rûniştvan têde bûn. Ji vê hejmarê
bi qasî 80% gelê tê de di hejarî, nexwîndewarî û bêçandiyê de dijîn. Ji textor,
xwedî lîsans û dîplomayê xeber tune bû. Heta kesên ku heya sala sêyemîn a
dibistana navîn jî ders xwindibûn, jimara wan bi qasî hejmara tilyên destekî
tune bû. Piraniya xelkê ji rewşa cîhanê ya wê rojê bêxeber bûn û kêmtirîn
zanyariyên wan tune bûn.
Roja ku rêxistinên hizbî (Hizbî Demokratî Kurdistan – HDK)
di Mihabadê de hatin birêxistin, gel bi awayekî ecêb û xerîb lê dinerîn. Heya ku
bi derbasbûna çax û belavkirina belavok û propagandeya berpirs û endamên hizbê,
hêdî-hêdî gel ji xewa giran û bêxeberiyê şiyar bûn. Kêm an jî zêde bi rêya vê
bizava siyasî gel ji xewa bêxeberiyê şiyar bûbû. Êdî gelê kurd bûbû xwediyê rih
û canekî nû û ji halê wê hindê ku xwe têkilî kar û barê welatê xwe neke,
derketibû. Hestên gelê kurd ên neteweyî jî bilind bûn û ber bi zêdebûnê ve çûn.
Bi awayakî ku ji bo peywendiya bi hizbê re eceleyek zêde ji xwe didan xuyakirin.
Lê ji ber ku radeya çand û zanyariyê di bajarê Mihabadê de bi zanebûn ji aliyê
dewleta navendiya Îranê ve paşde û bêhêz hatibû hiştin, piraniya xelkê herêmê li
ser wezîfeyên hizbê yên giran, ku li ser bingeha millî, azadî û rizgariya ji
qeyd û benên koledariyê hatibû damezirandin, nenas bûn. Hestên wan li ser wezîfe
û teklîfeyên wan ên millî serdest bûn. Evîn û heza ku ji xwe jî didan
xuyanîkirin, zêdetir ji rûyê hestên atifî û nêzîkbûna wan a bi hevre bû. Lê
dîsan jî pêwîst e bê gotin, ku ev hestên wan ên paqij divê bi awayekî bêsînor
bên teqdîrkirin û mirovên ku bi çavê îro li wan dinerin, ji wan gelek jî
sipasdar bin. Ev karê wan dihat wateya wê rastiyê, ku ew tev evîndarên azadî û
rizgariya ax û hemû gelê Kurdistanê ne. Ji bona wê jî, ev karê wan şayanî
sipasbêjiyek taybetî ye. Çimkî gelekî weha bi hebûna moralek weha bihêz ku di
kûrahiya canê wan de rehên xwe çandibûn, bi wezîfeyên xwe yên millî jî nasyarî
peyda kirin. Bi vî rengî, ew çirayê ku di herêma Mihabadê de li ber vemirînê bû,
ji nû ve pêxistin û welatê xwe ronî kirin. Bi awayekî ku heta roja îro jî şewqa
wan hestên neteweyî di cîhana îro de jî roj bi roj berfirehtir û ronahîtir
dibin.
Vê carê, min tenê xwest ku endamên malbata Pêşewa Qazî
Mihemed bêtir bidim nasandin. Endamên ku piştî têkçûna Komara Kurdistan ketin
ber zext û zehmetiyên dewleta navendiya Îranê, lê dayika Kurd Mîna Qazî mîna
mamosteyeke şîretên Pêşewayê Kurd bi bîra wan anîn û ew bi kurdî mezin kirin.
Hemû guneha wan ew bû ku kurd bûn û di xwendingeha Qazî Mihemedê şehîd de
hatibûn perwerdekirin.
Di vê nivîsê de, min bi kurtî li ser jiyana Mîna Qazî û her
heyşt zarokên wê Ismet, Elî (Kurî Reş), Ifet, Munîr, Fewziye, Sûhêyil, Perwîn û
Meryem Qazî bi awayekî kurt hinek zanyariyên giştî pêşkêş kirine.
Dibe ku ji evîndarên dîroka azadîxwaziya Kurdistanê re
balkêş be, ku bizanibin piştî şehîdbûna serokkomarê Kurdistanê çi bi ser malbata
wan hat. Elbet li ser komara Kurdistan hê jî pêwîstî bi lêkolînên berfireh û
akademîk heye.
Axa Mihabadê bi xwîna qaziyan û hezaran şehîdên din ên
azadiya Kurdistanê hatiye avdan. Rûdana bûyereke weha giring di sedsala
derbasbûyî de bû sedema ku heya roja îro jî Mihabad ji tevaya kurdên cîhanê re
bibe perestişgehek pîroz û dîrokî.
Wek me got, Hizbî Demokratî Kurdistan (KDP) girîngiyek mezin
ji bo mafê jinê da diyarkirin. Wek dayika Kurd Mîna Qazî dide xuyakirin, li ser
pêşniyara serokkomarê Kurdistanê wê hemû zêr û zîvên xwe pêşkêşî hizbê kirine û
dest bi rêxistina Yekîtiya Jinên Kurdistanê kiriye. Yekîtiya Jinên Kurdistanê di
14ê Adara sala 1946an de li bajarê Mihabadê hat avakirin û bi biryara Hizbî
Demokratî Kurdistan Mîna Qazî wek berpirsyara giştî ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê
hatiye helbijartin. Di sibeha her rojê de, wê û çend jinên din xwe gihandine
xwendingehê û bi zimanê kurdî ders xwendine. Ev karê jina serokkomarê Kurdistanê
gelek jinên din jî kişandin aliyê xwendingehan û pişt maseyên dersxwendinê. Ew
bi vê pêngava xwe ya girîng û dîrokî mîna serkêşekê ji bo gelek kesan bû nimûne.
Di temenê kurt, lê gelek bi nirx yê Komara Kurdistanê de,
Yekîtiya Jinên Kurdistanê bi xebatên cur bi cur ketin qada xebatê. Di çaxê
deshilatdariya bi xwîn û reş a Riza şahê Pehlewî de, di tevaya Îranê de û bi
taybet jî li Kurdistanê jin xwedî tu mafên civakî û siyasî nebûn. Keç bêyî ku
mafê qeder û çarenûsa wan li ber çav bê girtin, bi qelen (next) dihatin firotin
û ew dişandin mala mêrê ku qet hev û din nedîtibûn. Qedera jiyana keçê di destê
bav, bira û xizmên wê de bû û ya jinê jî di destê mêran de bû.
Di Kurdistanê de rewşa jinê hêjî xerabtir bû. Mafê jinên
kurd du car hindî mafê jinên din ên Îranê dihat perçiqandin. Nexwendewarî,
nezanîn, bextreşî û bi dehan derdên din berçêla jina kurd girtibûn. Keç firotin,
zewicandina keçan li ser darê dergûşê, next (qelen) wergirtin, jin bi jin
guhaztin, berdana (telaq) jinan bi neheqî û mehirkirina bi darê zorê, mafê
nîvpar ji bo qîzan di mîratê ku ji bav û dê ji bo zarokan dima de, kuştina keçên
ku bi dilê xwe bi xortekî re xwe didan revandin û hwd. gelek êş û derdên din li
ser qeder û jiyana jina kurd hebûn.
Mîna Qazî – wek berpirsyara jinên kurd di civînan de – ji
jinan dixwaze ku gîrûgirftên xwe bêtirs bînin ziman û ji bo çareserkirina wan
pirsgirêkan pêşniyarên xwe bînin ziman. Li ser helwesta demokratîk a Komara
Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Kurdistanê jinên kurd ji zincîr û qeydan xilas kirin
û mafê wekheviyê di gel mêrê kurd pêşkêşî wan kirin. Di xebat û karên civakî de,
jina kurd bo yekemîn car bi dilgermî beşdarî dikir. Bi beyannameyekê ji her kesî
hat xwestin ku next standin, zewicandina bi zordestî, jin bi jin kirin (vegûhestina
keçan bi hev û din re) û hemû neheqiyên ku li dijî mafê jinê ne, bên rawestandin.
Komara Demokratîk a Kurdistan û di serî de serokkomarê Kurdistanê Pêşewa Qazî
Mihemed piştgiriya xwe ji van daxwazên Yektîya Jinên Kurdistanê dan xuyakirin.
Dayika Kurd Mîna Qazî li ser kar û xebata xwe pir bi
dilgermî radiwestiya û di demek kêm de bi gelek jinên ku di Kurdistanê de bi
nasandîbûn (navdar), dikeve nava têkiliyan. Bi riya şandina kaxezan di gel
Hepsexanî Neqîb (jina birayê Şêx Mehmûdê Berzencî) dikeve dan û standinê û
hevaltiya wan heya dawiya jiyana Hepsexanî Neqîb didome. Herweha li ser daxwaza
Yekîtî Afretanî Kurdistan Gulîzar Xanima Şikak (keça Cewer Axayê Şikak û
biraziya Simkoyê Şikak) dibe mêvana wan. Wek tê zanîn, Gulîzar Xanim keça Ceefer
Axayê birayê Simayîl Xanê Şikak e, ku ji sala 1920an heya 1930î ji bo azadiya
Kurdistanê bi dewleta Riza şahê Pehlewî re şer kir. Wek Mîna Qazî dide xuyakirin,
Gulîzar Xanim jî li ser pêşniyara wê bûbû endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê.
Piştî demekê Yekîtî Afretanî Kurdistan zibareyê (cîhad) li
dijî nexwendewariyê û hevkariya malbatên feqîr û hejar jî dixîne programa xwe ya
rojane.
Di vir de tê xuyakirin, ku ger meydan û derfet ji bo jina
kurd hebin, ew jî dikarin di hemû waran de xizmeta civata xwe bikin.
Piştî têkçûna Komara Kurdistanê û bi darvekirina rêberên
komarê, dayika kurd Mîna Qazî dîsa jî rêbaza bi şan û şeref a pêşewayê nemir
Qazî Mihemmed berneda. Zarokên xwe li ser bîr û baweriyên kurdayetiya paqij
mezin kirin. Ji hemûyan bêtir keça wan a mezin Îsmet Qazî baweriyek bihêz bi
rêbaza ji bo xelasiya welatê xwe hebû. Ew bi raman, bîr û baweriyên serokkomarê
Kurdistanê hatibû perwerdekirin.
Wan zordestî û sitema karbidestên dewleta Îranê
nedipejirandin. Piştî şehîdketina birêvebirên Komarê, Îsmetê bi rengekî aktîv di
nava rêza xebatkarên Hizbî Demokratî Kurdistan de cih girt û di dawiyê de jî
canê xwe li ser riya bi şan û şerefa doza Kurdistanê fîda kir. Sedemên mirina wê
rasterast vedigerin ser helwesta wê ya paqij ji bo doza Kurdistanê. Ew keça du
mirovên mezin bû û perwerdeya xwe ya welatparêziyê di xwendingeha wan de
wergirtibû.
Xanima kurd Mîna Qazî heya dawiya jiyana xwe armanc û
helwesta niştimanperweriya xwe qet berneda. Li ser vê, hindê hem di çaxê dewleta
pehlewiyan û hem jî di çaxê desthilatdariya dewleta paşveroya islamiya Îran de
çend caran hat girtin û zindan kirin. Di girtîgeha dewleta Xumeynî de bi wî
temenê xwe yê daketî pir işkence û tehqîr li wê hatin kirin. Hemû guneha Mîna
Qazî kurdbûn û helwesta wê ya niştimanperweriyê bû. Di rojên herî dijwar de,
Mîna Qazî weke endameke Hizbî Demokratî Kurdistan mala xwe ji şoreşgerên kurd re
kir kiyan û starek. Bi vî karê tije tirs, ew bû sebeb ku jiyana bi dehan ji
endam û rêgirên rêya pîroz a Pêşewa Qazî Mihemed canê xwe ji mirina bi destên
celadên rêjîma Pehlewî rizgar bikin.
Dema dayika kurd Mîna Qazî li ser rewşa gelê kurd diaxivî,
tim digot:
“Ji min re soz û peymana yekgirtina kurdan bidin, da ku
ez jî ji we re mizgîniya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bînim, ji ber ku yekbûn
û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê dermanê hemû derdan e. Eger gelê kurd
di navbera xwe de yekgirtineke bihêz pêk bîne, çêbûna Kurdistaneke serbixwe
karekî hêsan e. Ez bawer im pir dereng nakişîne, ku gelê kurd jî dê di cîhanê de
bibe xwediyê pênaseyek neteweyî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêşewa Qazî
Mihemmed jî ev xweziya (arzuya) dîrokî bû…”
Dayika Kurd Mîna Qazî, ya ku di nava gel de bi (Daye Xanim)
dihat bangkirin, xanimek bi hurmet bû. Gel pir jê hez dikir. Ew di dîroka
hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî dihat hejmartin. Pir zana û rewşenbîr
bû. Haya wê ji cîhanê û rewşa bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.
Dema ew pê hesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên
gerîla de keç û jinên kurd li dijî dewleta tirk şer dikin, pir şa bû û hertim
digot: “Niha êdî ez xelasiya gelê kurd nêzîk dibînim, ji ber ku jina kurd jî
mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê dide meşandin. Xwestek û
armanca me ya herî giring di çaxê Komara Kurdistanê de li damezirandina Yekîtiya
Jinên Kurdistanê jî beşdariya jinê di hemû kar û barên civatê de bû.”
Piştî şoreşa gelên Îranê û têkçûna desthilatdariya dewleta
şahenşahî li Îranê, rojhilatê Kurdistanê jî ket destê kurdan. Daye Xanim dîsan
jî dest bi xebata xwe kir. Wê dixwest di derfetên zêrîn de ji bo zarokên xwe
karekî bike. Lê ev karê desthlatdariya kurdan li ser Kurdistanê vê carê jî zêde
nedomand û di salên 1979, 1980, û 1981ê de piştî şerên giran Kurdistan kete jêr
destê desthilatdariya dewleta Komara Islamî. Bi destûra desthilatdarên Komara
Islamî bi hezaran kurd hatin kuştin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan
de hatin daliqandin.
Dayika Kurd Mîna Qazî jî di sala 1986an de nêzîkî salekê di
bin çavdêriya beşê parastina Komara Islamî ya Îranê de hat girtin. Sedemên
girtina wê ew bi xwe jî nizane. Ew li derveyî malê bi şêweyekî nihênî ji aliyê
beşê parastina Komara Islamî ya Îranê ve hat revandin. Herçend temenê wê zêdetir
ji 70 salan bû, lê dîsan jî gelek zordestî û işkenceyên giran li ser laşê wê
hatin kirin. Berpirsyarên îdareya îstixbaratan a Iranê eşkere jê re gotibûn:
“Eger mêrê te (Qazî Mihemmed) nebûya, me di Îranê de qet problêma (pirsgirêk)
kurd û Kurdistanê nedibû.”
Piştî wê bûyerê heya demek dirêj, dayika Kurd Mîna Qazî mafê
derketina ji Îranê nebû û tim di bin çavdêriya beşê parastina dewleta Îslamî de
bû. Çaxê di sala 1988an de keça Mîna Qazî Ifeet li welatê Swêdê bi destê hinek
terorîstên dewleta Îranê hat şehîdkirin, dîsan li Îran û Kurdistanê jî mafê
serexweşiyê nedan malbata wan û heta ew ji aliyê dewletê ve hatin tehdîd kirin.
Di 17ê reşema sala 1998an de, li bajarê Mihabadê bi dinyayek hesret û kul Mîna
Qazî jî gehişt rêza nemiran û bi yek carî xatirê xwe ji gelê kurd xwest.
Di roja wefat û veşartina wê de bi hezaran kes li ser
goristanê amade bûn û bi merasîmeke mezin li goristana bajarê Mihabad hat
veşartin.
Her çend bi fîzîkî ew niha ne di nava gelê xwe de ye, lê wek
helbestvanekî kurd dibêje: “Namirin ewên di dilê gelê xwe de dijîn.”
Derbarî Dr. Şîrazî û Ismet Qazî kek Hesen Qazî ev zanyarî
dan min: Ismet Qazî keça mezin a Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî bû. Ew keçek
xwende û pir zana bû. Ew di wan çalakiyên ku di dawiya salên 40î û destpêka 50î
de li Mihabad û derdora wê di bin navê “Hizbî Demokratî Kurdistan” dest pê
kiribûn, beşdar bû. Dr. Haşimê Şîrazî xelkê Mihabad e û li Tehranê rûdinişt.
Birayar wî û Ismet Qazî wa bû ku bi hevre bizewcin, lê di nava xelkê de derbarî
Dr. Şîrazî gotina ku “ew bi dewletê ve girêdayî ye” hatibû belavkirin. Vê gotinê
bandoreke kûr li ser hest û soza Ismet Qazî danî. Ji ber wê jî bi xwarina
tiryakê di sala 1953an de xwe kuşt.
Li ser jiyana Ismet Qazî nivîskarê kurd Osman Ozeyzî
pirtûkek biçûk nivîsandiye û şehîd Seyîd Resûl Babe Gewre jî di kurtenivîsekê
de, ku li pey xwe hiştiye, behsa çalakbûyina Ismet Qazî di warê siyasî de dike.
Herweha kesayetî û jiyana Dr. Şîrazî jî pêwîstî bi lêkolînek
hemû alîve heye. Ew çend sal berî niha bi temenê zêdetir ji 80ê salî li Tehran
çû ber dilovaniya Xwedê. Heta Dr. Şîrazî carekê çûbû dîtina birêz Ocalan jî.
Tiştê ku ji min re eşkere ye, ew e ku heya cihê ku ez
dizanim Dr. Şîrazî hertim di xizmetkirina ji bo xelkê û derdora xwe kêmxemî
nedikir.
Di çaxê ciwaniyê de, ew endamê Komeley Jiyanewey Kurd (K.J)
bû. Xosrewê Rozbêh ji têkoşerên sazumana mîlîtariya hizba Todêh, ku di sala
1958an de li Tehranê hat tîrbarankirin, di parêznameya xwe ya dadgehê de weha
behsa Dr. Şîrazî dike: “Di sazumana me de textorek mihabadî bi navê Haşim
Şîrazî hebû, ku emerîkiyan daxwaza hevkariyê jê kiribûn, heta dirav jî dabûnê.
Textor ev bûyer ji rêkxirawa me re gotibû, me jî jê re got bila vî karî bike.
Heta ew diravê ku distand nîvê wî dida hizbê û nîvê din jî ji keça xwe re dişand
(destgirtiya xwe) ku li Beyrutê ders dixwend. Emrîkiyan heta bêsîm (têlsiz) jî
dabûn wî .”
Archi Rozvelt (yê kur) di pirtûka ‘The Lust of nuewing’, ku
di sala 1988an de hatiye belavkirin û du bendên wê li ser Kurdistanê ne, dibêje,
dema li sala 1946an xwestiye here Mihabadê, bi nasandin û hevkariya Haşim Şîrazî
ev karê han kiriye.
Bi kurtî, ev nivîskar di vê baweriyê de ye, ku Dr. Şîrazî di
xizmeta gelê xwe de bûye. Wek tê gotin, Dr. Şîrazî bîranînên xwe nivîsandine û
destnivîsa wan niha li Tehranê ye. Ew li bihara 1999an li bajarê Tehranê çû
rehmetê.
Ifet di 1936an de li Mihabadê hat dinê. Di 06.09.1990î de,
Ifet Qazî li welatê Swêdê bi şêweyekî hovane ji aliyê hinek terorîstan ve hat
şehîdkirin. Di kartonekê de, ku danîbûn nava sindoqa postê li ber deriyê mala
wan, Ifet Qazî piştî ku karton vekir, ew karton di destên wê de peqiyan û di cih
de ew şehîd bû. Ifetê li Tehranê lîsansa hiqûq standibû û ji ciwaniya xwe di wê
baweriyê de bû, ku divê kurd bi rêya xwendinê doza xwe pêş ve bêxin. Dema rewşa
civakê ya sosyolocî hat guherandin, kurd jî dê bigihên mafê xwe. Çaxê ku Pêşewa
Qazî Mihemed li Mihabadê mijûlî karê qezawetê bû, Ifet hertim li kêleka bavê xwe
rûdinişt. Ifet keçeke gelek netirs bû. “Dema ku bavê min û mamên min di
girtîgehê da bûn, Ifetê hertim xeberên derveyî zindanê ji wan re dibirin. Yanî
nûçe û xeberên rojê, ku di rojname û radyoyê de dihatin nivîsandin, dayika min û
endamên din ên HDKê dinivîsandin û di nava porê serê Ifetê de (porê wê xelek bû)
bi cih dikirin û digihandin destê bavê min. Heta rojekê Serhen Parstebar hinekî
pê dihese ku Ifet ji girtiyan re xeberan tîne. Ji bona wê jî diçin li her dera
wê digerin, lê tiştekî nabînin. Dema bavê min bi vî karê wan dizane, ji wan
diqehire û ji Serhen Parstebar re dibêje: “Hûn şermê nakin, Ifet keç bû an
kur.”” (Ji hevpeyvîna min bi Elî Qazî re/K.O.)
Di gotûbêja bi Mîna Qazî re wê ji tirsa para parastina
Komara Islamî ya Îranê (beşê istixbaratan) nedikarî bi zêdeyî li ser çawaniya
şehîdkirina keça xwe Ifet Qazî biaxive. Çimkî wek ku hat gotin, ew li sala
1986an hatibû girtin û di girtîgehê de pir hatibû nerihetkirin. Lê eşkere xuya
ye, ku Ifet Qazî jî weke hemû kesayetiyên din ên kurd û faris ji aliyê dewleta
Îranê ve hate şehîdkirin. (Dryoş Firoher û xanima wî Perwane Firoher, Dr.
Qasimlo, Dr. Sadiq Şerefkendî, Dr. Bextyar û bi hezaran kesên din ji siyasetvan
û rewşenbîrên îranî ji wan kesan in, ên ku piştî desthilatdariya Komara Islamî
ya Îranê bi şêweyekî terorîstyane ji aliyê terorîstên dewletê ve hatine kuştin.)
Dayika Kurd Mîna Qazî: Ez wê rojê bi sed salan naguherînim…
Pêşgotin:
Xanima Kurd Mîna Qazî heya dawiya jiyana xwe, armanc û helwesta niştimanperweriya xwe qet berneda. Li ser vê hindê hem di çaxê dewleta Pehlewiyan û hem jî di çaxê desthilatdariya dewleta paşverû ya Îslamî ya Îran de çend caran hat girtin û zîndanîkirin. Di girtîgeha dewleta Xumêynî de bi wî temenê xwe yê daketî pir îşkence û tehqîr li wê hatin kirin. Hemû gunehê Mîna Qazî Kurdbûn û helwesta wê ya niştimanperweriyê bû.
Dema dayîka Kurd Mîna Qazî li ser rewşa gelê Kurd diaxivî tim digot:
” Ji min re soz û peymana yekgirtina Kurdan bidin, daku ez jî ji we re mizgîniya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bînim. Ji ber ku yekbûn û hevgirtina hêzên siyasî yên Kurdistanê, dermanê hemû derdan e. Eger gelê Kurd di navbera xwe de yekgirtineke bihêz pêkbîne, çêbûna Kurdistaneke serbixwe karekî hêsan e. Ez bawer im pir dereng nakişîne, ku gelê Kurd jî yê di cîhanê de bibe xwediyê pênaseyek netewî. Hesreta serokkomarê Kurdistanê pêşewa Qazî Mihemmed jî ev arzûya dîrokî bû…”.
Dayîka Kurd Mîna Qazî ku di nava gel de bi (Daye Xanim) dihat bangkirin, xanimek bi hurmet bû. Gel pir jê hez dikir. Ew di dîroka hevçerxa Kurdistanê de mêjûnameyek zindî dihat hejmartin. Pir zana û rewşenbîr bû. Haya wê ji cîhanê û rewşa bizavên siyasî yên Kurdistanê hebû.
Dema ew pêhesiya ku li bakurê Kurdistanê di nava refên gerîla de keç û jinên Kurd li dijî dewleta Tirk şer dikin, pir şabû û hertim digot:” Niha êdî ez xelasiya gelê Kurd nêzîk dibînim, ji ber ku jina Kurd jî mîna mêran derketiye serê çiyan, bi siyaset jî xebatê dide meşandin. Xwestek û armanca me ya herî girîng di çaxê Komara Kurdistan de li damezrandina Yekitiya Jinên Kurdistan jî beşdariya jinê di hemû Kar û barên civatê de bû.”
Piştî şoreşa gelên Îranê û têkçûna desthilatdariya dewleta Şahenşahî li Îranê, Rojhilatê Kurdistanê jî ket destê Kurdan. (Daye Xanim)ê dîsan jî dest bi xebata xwe kir. Wê dixwest di derfetên zêrîn de ji bo zarokên xwe karekî bike. Lê ev karê desthlatdariya Kurdan li ser Kurdistanê vê carê jî zêde nedomand û di salên 1979, 1980, û 1981an de, piştî şerên giran Kurdistan dîsa kete jêr destê desthilatdariya dewleta Komara Îslamî. Bi destûra desthilatdarên Komara Îslamî bi hezaran Kurd hatin kuştin û bi hezaran jî bi darê zorê di girtîgehan de hatin daleqandin.
Dayîka Kurd Mîna Qazî jî di sala 1986an de nêzîkî salekê di bin çavdêriya beşê parastina Komara Îslamî ya Îranê de hat girtin. Sedemên girtina wê, ew bixwe jî nizane. Ji ber ku ew li derveyî malê bi şêweyekî nihênî ji aliyê beşê parastina Komara Islamî ya Iranê ve hat revandin Herçend zêdetir ji 70 sal temenê wê bû, lê dîsan jî gelek zordestî û êşkenceyên giran li ser laşê wê hatin kirin. Berpirsiyarên îdareya îstixbarata Îranê bi eşkerahî jêre gotibûn:” Eger mêrê te (Qazî Mihemmed) nebûya, me di Îranê de qet problem (pirsgirêk)a Kurd û Kurdistanê nedibû.”
Piştî wê bûyerê heya demeke dirêj, dayîka Kurd Mîna Qazî mafê derketina ji Îranê nebû û tim di bin çavdêriya beşê parastina dewleta Îslamî de bû. Çaxê di sala 1988an de (Ifeet)a keça Mîna Qazî li welatê Siwêdê bi destê hinek terorîstên dewleta Îranê hat şehîd kirin, dîsan li Iran û Kurdistanê jî mafê serexweşiyê(tazî dananê) nedan malbata wan û heta ew ji aliyê dewletê ve hatin tehdîd kirin.
Di 17ê reşema sala 1998an de li bajarê Mihabadê bi dinyayek hesret û kûl Mîna Qazî jî gehişt rêza nemiran û bi yek carî xatirê xwe ji gelê Kurd xwest.
Di roja wefat û veşartina wê de bi hezaran kes li ser goristanê amadebûn û bi merasimeke mezin li goristana bajarê Mihabad hat veşartin. Herçend bi fîzîkî ew niha ne di nava gelê xwe de ye, lê wek ku helbestvanekî Kurd dibêje:” Namirin! Ewên di dilê gelê xwe de dijîn.”
Daye Xanimê jiyana we bi jiyana Pêşewa Qazî Mihemmed ve girêdayiye, tukes ji wê nêzîktir li pêşewa nebûye, bîr û dîtinên wê çi ne li ser taybetmendiyên exlaqî, civakî û olî yên pêşewayê nemir? Bi xelkê re çawa di dan û standinê de bû?
M. Qazî: Di derheqa taybetmendiyên pêşewa Qazî Mihemmed û di bara sirûşt û exlaqê wî de, di hêza min de niye ku bikarim dîtin û ramanên xwe li ser beyan bikim. Ji ber ku ew mirovekî pir mezin bû, gelek xwende, zana û têgehiştî bû, mirovekî leheng, cesur, bi cerg û netirs bû. Pêşewa werzişkar (sporvan)ekî bihêz û qehreman bû, siwarkar û melevanekî pir zîrek bû. Beriya ku bibe serokkomarê Kurdistanê jî, wek min got, ji ber ku ji malbateke mezin bû û li Mihabadê di nava gel de qezawet dikir (yenî qazî bû ), mirovekî gelek bi hurmet bû, gel pir qîmet dida gotin û şîretên wî. Di nava hemû Kurdên Kurdistanê de bi hurmet û rêz bû û dihat hezkirin. Wê demê weke niha nebû, tenê mirovên zana û mezin dikarîn di nava arêşeyên (pirsgirêk) gel û çareserkirina wan de navbeynkarî û qezawetê bikin. Karê herkesî nebû û biryar bi zehmet diketin pêvajoya kirinê (piraktîkê). Hemû kar wisan bûn, beriya ku Komara Kurdistan li Mihbadê pêk bê baş li bîra min e. Şev û rojan Pêşewa pirtûk dixwendin, xebata siyasî dikir û tim digot:” Xwedayê mezin! Em çawa dê bikaribin ji gelê xwe re xizmetke baş bikin, ku bikaribe ji destê neyaran rizgar (xilas) bibe û rewşa jiyana Kurdan jî bê guherandin… “. Ew hertim di fikra gelê xwe de bû, dema nimêjkirinê jî çend seatan dirûz (di’a) dikirin.
Rojekê wî gote min:” Ez tenê ji bo rizgariya gelê Kurd têdikoşim (xebatê dikim) û rojekê ez dê sedî sed (100%) berhemeke mezim wek mîras ji bo gelê xwe bi cih bihêlim û dudestiyê pêşkêşî gelê xwe bikim. Ez qet ji bo bidestanîna meqam û menseb (deshilatdariyê) xebatê nakim…”
Di 25ê Rêbendana(Januar) sala 1325an (22. 01. 1946) de jî dema Qazî Mihemmed çû ser bilindahiyê daku Komara Demokratîk a Kurdistanê rabigehîne (îlan bike) wiha got :” Gelê min yê birêz û qehreman, çûna ser text, çûna ser darê jî pêre ye, ez li vir çûme ser text û li vir jî yê bême kuştin, ez viya baş dizanim…” Êca qisa (axftina) wî bi cih hat û weke got salekê piştî vê bûyera mêjûyî li meydana Çarçira bi destê dagîrkerên Kurdistanê hat şehîdkirin. Qazî Mihmmed piyawekî(mirovekî) xwedî exlaqekên nerim bû, çimkî dayîma serûkarê wî bi xelkê re bû û beriya Komara Kurdistanê jî di herêma Mûkriyan de ji ber qezawet û biryarên xwe yên bi edalet (dadmendî) di nava gel de pir dihate hez kirin. Sebebê canfîdayiya wî jî yê herî mezin evîna gelê Kurd bû, ku heta canê xwe jî di riya gel de fîda kir.
Willahî di nava malê de jî bi min re mîna hevalekî bû. Her dem digote min (Birale) û ez bi navê Birale bang dikirim. Min heft keç li ser yek (li pey hev) anîn ser dinê, piştî xilasbûn û hatina keçên min ya ser rûyê dinyayê, qet tucaran negote min zarokê te kur e an keç e? Ji ber ku mirovek bû, ku çi ferq di navbera jin û mêran de nedidît. Hurmetek pir zêde ji jinan re digirt, ji keçên min re mîna tenê kurê me (Kurî Reş Elî ) hezdikir. Qazî mirovekî gelek dîndar bû, girîngiyek zêde dida paqijî û saxlemiya civakî û kesanî (şexsî) ya xwe, cigare qet nedikişandin, vexwarinên elkolîk tu caran venedixwarin, karên heram nedikirin, ji bilî min tu jinên din neanîne (bi kesek din re nezewciye). Çima behsa viya dikim? Ji ber ku di wî çaxî de di nava binemalên dewlemend û mezin de resim bû ku zilamên mezin ên binemalê bi çend jinan re bizewcin û ev kare ji bo wan rengekî mezinatiyê bû, lê bi rastî raman û hizrên Qazî li dijî taybetmendiyên civaka feodalîzim û axatiyê bûn û mafekî wekheviyê ji bo jin û mêran qayil bû, tim jî digote min :”Birale wisa fikir meke, tu malxa min î, ez bi çavê hevalekî li te dinêrim û dîtinên te li ser her karekî ji bo min girîng û bi mifa ne…”
Pêşewa mirovekî pir zana bû, agehdarê rewşa ramyarî, civakî û aboriya cîhanê bû, li ser guherandinên ku di cîhanê de çêdibûn tim xeberdar bû. Bi heft zimanên Inglîzî, Rusî, Firansewî, Erebî, Tirkî, Farsî, Azerî dikarî bixwîne. Di çaxê serokkomariyê de jî dest pêkirbû zimanê Espiranto dixwend. Ji bo îspatkirina vê îdiaya xwe, hûn dikarin li pirtûkxaneya wî binêrin û bi wan zimanên ku min nav birin, nivîs û pirtukên li ser babetên cur bi cur peyda bikin. Pirtûkxaneya Qazî di Kurdistanê de û bi taybet di nava çîna rewşenbîr de pir bi nav û deng (navdar) bû. Hemû cure kitab di nav de dihatin dîtin, niha jî gelek pirtûkên Pêşewa mane û di mala keça min de ne. Pirtûk bi giranî felsefî, exlaqî, dînî(olî), ramyarî û zanistî (ilmî) bûn; mixabin gelek ji wan jî ji nav çûn…
Roja ragehandin(îlam) kirina komara Kurdistanê hûn li kûderê bûn ?
M. Qazî: (Bi rûyekî xweş û tejî hêvî li min dinêre û dibêje): Yadî ew rojane be xêr bêt – bîra wan rojan bi xêr be. Hûn dizanin rewşa civakî wê demê li Kurdistanê çawa bû? Bi rastî mîna niha nebû, her çend niha jî rewş zêde nebaş e, lê ji ya wê demê baştir e. Li roja îlankirina Komara Kurdistan li meydana Çarçira ya Mihabadê ji seranserî Kurdistanê serokêl û -eşîret, mirovên maqol û mezin li dora hev kom bûbûn. Xûyaye piştî merasima vê roja dîrokî gelek mêvan bi Qazî re vedigerîn mala me. Ji aliyekî din ve jî li gor qanona eşayêrî, eşîret hinde azadiyê nadene jinê, ku biçe di kar û barê zilaman de dexaletê bike. Ez jî weke gelek jinên din di wê roja mêjûyî de li mal bûm. Pêwîst bû hem ji bo mêvanên ku ji herêmên cur bi cur hatbûn Mihabadê, xwarin û pêwîstiyên din bên amadekirin û him jî ez li ser çawaniya karê birêvebirina mêvanan radiwestiyam, hem jî di wê rojê de gelek jinên mezin hatibûn mala me û pêwîst bû em li cem wan bimînin. Ev di Kurdistanê de adet û resmê mêvanperweriyê ye. Lê baş li bîra min e, dema me li pencereya mala xwe, ku dikeve aliyê Meydana Çarçira, li merasimê dinêrî, bi hezaran kes li meydana Çiwarçira rawestabûn, rûyê herkesî geş û wê rojê lêvên me tevan bi ken bûnn, gel ji bo rojeke dîrokî xwe amade kiribû, cil û bergên ciwan (bedew) kiribûn ber xwe. Ji Makoyê siwarên êla Celaliyan bi zîn û berzîn û kincên xwe yên rengîn, ji Kurdên derdora bajarê Xoyê jî êl û eşîretên Kurdan bi cil(kinc)ên bedew xwe xemilandibûn. Kurdên Selmasê, Urmiyê, Mergewer, Tirgewer û Somayê jî bi kincên cur bi cur xwe xemilandibûn. Di nava çavên siwarên Şikakan de mêrxasî dibarî. Ji Sine, Pîranşar, Şino, Bokan, Serdeşt û hemû deverên din yên Kurdistanê tev ji bo vê cejina pîroz, li gelê Mihabadê bûbûn mêvan. Şarê me bûbû mîna baxçeyê gulên reng bi reng, wê rojê te digot qey hemû Kurdistan li Mihabadê ye…
Ez heya sax im wê rojê ji bîr nakim, bi qasî hezar salan ew rojên girîng û dîrokî ji bo min bi qîmet û rûmet in. Niha jî ez bi wan rojan şanazî û serbilindiyê dikim, (Daye xanim li vir bi girî bersiva pirsa min didomîne), heya wê rojê gelê Mihabadê ewqas Kurd di nava xwe de nedîtibûn. Mal nebû ku çend kes mêvanên wan nebin, ew roj ji bo me tevan, lê bi taybet ji bo Pêşewa xweştirîn roj bû. Ez wê rojê bi sed salan naguherînim, heya bimirim ezê ji bo wê rojê bikenim, bigirîm, hêsiran bibarînim, dê tim wan rojan bînim bîra xwe…
Belê herwiha wê rojê, piştî beyankirina damezrandina Komarê ji bo xwarina firavînê (nanê nîvrojê) şexsiyetên maqul û mezin bi Pêşewa re hatin mala me:
Qedrî Begê Diyarbekrî, Zêro Begê Herkî, Mele Mistafayê Barzanî, Reyîs Izzet Ebdulezîz, Mîr Hac, Mistefa Xoşnaw û ji hemiyan birêztir û mezintir şêx Ebdulah Efendî (Gîlanîzadeh) neviyê şêx Ûbeydulahê Nehrî û kurê wî kapîtan Seyîd Ebdulezîr Şemzînî bûn, ku tu caran ji bîra min naçin…Rojên xweş û kêmtemen bûn… Zû derbas bûn… (Daye Xanim li vir jî demekê bêdeng dimîne û diçe nava derya xeyalên xwe yên kûr, ew carek din diçe Mihabadê û çaxê komara Kurdistan…. Ji bo zindîbûna xatreyên wê em jî demekê bêdeng dimînîn! )
Roja ragehandina(îlankirin) Komara Kurdistanê tê bîra we, ne wisa?, wê şevê dema Pêşewa hat malê ji te re çi got? Derheqa karê xwe de çi digot û aya keyfxweş bû?
M. Qazî: Belê, erê willahî pir şa û kêfxweş bû. Dema hat malê got: „Birale giyan (Her tim ji min re digot birale û sebeb jî ji ber ku tim bi çavê hevalekî xwe li min dinêrî), ezê ji bo Kurdistanê û ji bo gelê Kurd înşellah hemû karekî cî bi cî bikim, lê bi Xwedê sond dixwim, ku ez bixwe tu wextekî naxwazim serokkomar bim, heya ez her karî ji bo wan çêdikim û karê welatê me bikeve ser rêya xwe û piştre ezê her tiştî pêşkêşî gel bixwe bikim, daku ew bixwe berpirsyariya qedera (çarenivîsa) xwe bigirin destê xwe û karê welatê xwe birêve bibin. Ez jî dê mîna xulamekî herdem di xizmeta berjewendiyên gelê xwe de bim”.
Belê wê rojê xweştirîn roja jiyana me tevan bû. Kurd gehiştibûn armanca xwe, em wê rojê bextewertirîn mirovên cîhanê bûn. Serokkomarê Kurdistanê xwe bi xizmetkarê gel dihesiband û qet bi çavekî bilind li xwe nedinêrî. Erê willahî mirovekî wiha bû !
Di çaxê salek temenê Komara Kurdistanê de Pêşewa bi we re dikete nava têkelî û bi we re şêwir dikir an na? Bi wateyeke din ji bo pêşkevtina karê xwe pêşniyar û rexneyên we dipejirandin an na? Ji kar û xebata xwe razî bû? Ji gel çiqas razî bû û aya qet gilî û gazinde li cem we dikirin ?…
M. Qazî: Belê … Belê… Elbet mirovekî mîna Pêşewa Qazî Mihemmed hertim û di hemû waran de bi min re dikete nava şêwir û têkeliyan. Heta di bara sefer û dan û standinên xwe yên siyasî bi mirovên siyasetvan re jî bi min re şêwir dikir û bi rastî qîmeteke pir mezin dida mafê jina Kurd. Ez pir şa me, ku herçend demeke kêm bi wî hêjayî re jiyame jî, lê bi rastî bo min şanaziya herî mezin ew bû, ku min bi wî re jiyana xwe dibire ser.
Dema di çaxê komara Kurdistanê de çû sefera xwe ya Bako(Paytextê Komara Azerbayican) keça min Fewziye bi xwe re bir. Dixwest keçên xwe jî hînî siyset û karê welatperweriyê bike. Her roj di bara rewşa cîhanê de bi me re diaxivî, bi taybet gelek bi Îsmetê re mijûlî, gofûgo û xwendina pirtûkan dibû. Dawa dikir, ku keça wî ya mezin bibe siyasetvaneke mezin û ji bo doza gelê Kurd bixebite. Gilî û gazinde(gazince) jî pir kêm dikirin. Tim her tişt bi piratîk dianîn ziman. Rojekê nemir Qazî Mihemmed ji aliyê Serdarê Makoyê bo Daş Makoyê (bajarê Makoyê) hatibû vexwandin (dawet kirin), piştî vegerîna ji Makoyê digel serokwezîrê komara Kurdistan Hacî Bawe Şêx (Baba Şêx) (yanê kurê Seyîdê Zenbîlê) hatin malê. Li ber derî dema Pêşewa pêlavên xwe derdixistin, Hacî Bawe Şêx jê re got: ” Qûrban şêxayetî û paşayetiya wiha nehatiye dîtin, dibî (divê) hinekî xelkê nerihet bikey, ku xelk bitirse….”
Qazî di bersiva wî de wiha emir kir:” Dibî (divê-pêwîst e) ez bi hemû dinyayê re îspat bikim, ku bi lêdan û kuştinê tu tiştek nayê kirin, mirov dibî (gerek e) bi şêweyên demokrasiyane, bi şîret û nesîhetan bêne ser rêya rast, mirov ewladê(zarokên) xwe çawa toşî zehmetî û nerihetiyan dike?!!. Ez dibî bi hemû kesan, bi dinyayê re bidim îspatkirin, ku bi lêdan û xeberên nebaş (cinêw dan), bi derxistin û çêkirina nerihetiyan qet karek nayê kirin. Insan pêwîst e zarokên xwe bi şîret û nisîhetan baş bike (bîne ser rêya rast). Eger em bixwazin deshilatdariya xwe li welatê xwe berdewam bikin, gerek e li ser dilê gelê xwe hukimdariyê bikin, ne bi darê zorê hukimdariyê bikeyin…”
Herwiha hûn jî dizanin, di hemû çaxê temenê komara Kurdistanê de tenê yek kes hat kuştin. Bawer bike dema nîvê şevê bi telefonê xebera kuştina Xefûr Mehmudiyan dan Pêşewa, wê şevê heya berê sibê ji nerihetiyan xew bi çavên wî neket û qet xebera wî ji tiştekî tunebû. Hûn dikarin ji mirovên wî çaxî jî bipirsin ka ez rast dibêjim an na?….
Belê bi rastî jî di wî çaxî de ev karên wiha eşkera, ku di gelek pirtûkan de hatine nivîsandin, îspat dikin, ku serokkomarê Kurdistanê mirovekî gelek rewiştpak, aştîxwaz û pir ji demokrasiyê hez kiriye. Dan û standina Pêşewa Qazî bi gel re di wî çaxî de rastiya gotinên we xûya dike. Ji ber ku li ser demokrasîxwaziya kesatiya pêşewayê şehîd min pir axiftin ji gelek kesan bihîstine…
M. Qazî: Belê rast e, dîsan ji bo nimûne di tu (çi) cihên dinyayê de nehatiye dîtin, ku di demjimêrek (saet) diyarkirî de serokkomarê welatekî (ew jî di wan şert û mercên ku Kurdistan di wê demê de têde bû) hemû rojê sibeyan ji xewê rabe û bi bêyî teşrîfat û îskurt bi piyan (peya) here ser karê xwe ku heya radeyekê ji malê dûr bû. Hemû rojê sibê Pêşewa bi piya û wek mirovekî normal diçû ser karê xwe û qet weke mirovekî xwedî menseb li xwe nedinêrî. Baweriya wî bi merdomsalarî (gelsalarî)yê pir hebû, qet xwe bilindtir ji xelkê normal nedihesiband… Mirovekî wiha bû.
Nimûneyek din ji exlaq û mirovperweriya Qazî jî dixwazim ji te re bibêjim:
Ji aliyê Kurdekî ve ku bi sefer çûbû Amerîka cotek pêlav (sol-kewş) bi xelat (diyarî – hediye) ji rehmetî Qazî re hatibûn. Wê demê malbatên Barzaniyan ji aliyê din yê Kurdistanê (Kurdistana di bin deshilatdariya Îraqê de) ji destê dewletê reviyabûn û li Kurdistana Iranê belav bûbûn. Çend malbatên wan (nêzîkî 15 kesan) di mala me de dihatin xwedîkirin, lê ne ji bo wê hindê ku wan bixebtînîn û şul(kar)ên xwe bi wan bideyin kirin. Na! hemû malbatên wan bi destûra dewleta Kurdistanê di nava xelkê Mihabadê de hatibûn belavkirin û hemû pêwîstiyên jiyanê dabûn wan. Ji ber ku malên wan xirab bûbûn, lêqewmiyayî bûn û hertiştê xwe di rêya amancên bi rûmet ên xwe de ji dest dabûn. Tenê canê xwe ji destê dewleta Îraqê xilas kiribûn. Ew hatibûn xwe avêtibûn hembêza Komara Kurdistanê. Êca di nava wê malbatê de keçek bi navê Xecîce hebû. Keça wê malê bû ku di nava mala me de bûn. Rojekê werzê zivistanê bû. Xecîcê ji min re got:” Xweziya niha pêlavên Pêşewa Qazî di piyên min de bûna, ez bi wan çûbama ser robar û min av anîba.”
Min jî bi pêkenîn li cem Qazî behsa daxwaza Xecîcê kir. Nemir Pêşewa Qazî kerem kir:” Ka herin Xecîcê bangî vira bikin, bila bê cem min.” Demek derbas bû Xecîce bi rûxweşî û bi ken hat. Xuya bû ku pir bi ecele hatibû û pêyên wê tev qor û terr bûn. Qazî pêlavên xwe ji piyên xwe derxistin, bi destên xwe kirin piyên Xecîcê û bendikê(benê) solan jî jêre girêdan. Belê êca pêşewa Qazî Mihemmed zilamekî wiha bû. Bi rehim û şefeqet bû, bi van pirensîpan bi gelê xwe re dijî û rojên xwe derbas dikirin. Di nava gel de jiya û ji bo wan jî canê xwe fîda kir, ji bo Kurdistanê her tiştê xwe fîdakir. Heya dawiyê li ser soz û qirara xwe bû.
Xweştirîn xatre an bîranîna te ya bi Pêşewa Qazî re çi ye?
M. Qazî: Heya roja ku em bi hev re bûn, hemû rojên jiyana bi wî re ji bo min xweştirîn bîranîn û xatire ne. Me qet ji hev nerihetiyek biçûk jî nedît. Rojekê jî dilê min neêşandiye. Ema raweste, ez bîranîneke xweş ji bo te bêjim:
Dema ku komara Kurdistanê hat damezrandin, rehmetî Qazî gelek şabû, ji kêfan re hertim digot: “Xwedayê mezin, şikir ji bo te, ku em piştî bi hezar salan gehiştin xwezî û mafê xwe…”
Piştî wê li min nêrî û got: “Birale, êdî ne roja rûniştinê ye. Ez ji te dixwazim, ku tu jî karekî bikî”. Min jî bi ken jêre got: “Êca ez nexwende me û nikarim tiştekî bikim, çi ji destê min nayê…”. Hingî li min nêrî, ku bi rûyekî xweş weke ku ji rûyê wî nûr û ronahî dibiriqî, li min nêrî û got:
« Jinên dinyayê pir pêşverû ne, ramanên wan hatine guherandin, pêwîst e jinên Kurd jî bîr û rayên xwe biguherînin. Ez dixwazim li Mihabadê tu dest pêbikî û ji bo jinan jî yekitiyek bê damezrandin, ger tu, ku di nava gel de weke xêzana serokkomarê Kurdistanê têyî nasandin, dest bi kar bikî, ev karê te yê ji bo jinên din jî bibe teşwîq, ku werin qada xebatê. Zêr û zîwerên te ji bo çi ne? Hemûyan di riya welat û dewleta xwe de bi kar bîne. Divê ji bo ku nexwendewarî di nava jinan de bi dawî bibe, tu herî li kilasên (polên) dersxwendinê amade bibî, dersê bixwînî, daku jin û keçên Kurdan li te binêrin û bên dersê bixwînin…”
Min jî bi gotina wî kir û wek min berê jî got, me dest bi xebata xwe kir. Hem Yekîtî Afretanî(jinên) Kurdistan(YAK) hat damezrandin û hem jî me zibare(cîhad) li dijî nexwendewariyê da destpêkirin. Ez wan rojan qet ji bîr nakim. Hemû xweşî wê demê bûn, piştî wê heya roja îro min qet xweşî û xêr ji jiyana xwe nedîtin. Yanê, serê gel û zarokên min sax be, qet kêmasiyên min tune ne, lê jiyana wan rojan tejî evîn bû, evîn bo welat, bo xebat, bo xizmeta mirovayetiyê…( Ji ber girî nikare axaftina xwe bidomîne ).
Niha temenê te bû 80ê sal, di dunyayê de çi miraz (arezû) ya te heye?
M. Qazî: Ez daxwaza saxî û silametiya hemû keç û xortên Kurdistanê dikim. Arezûya min ya herî mezin dîtina serxwebûn û azadiya Kurdistanê ye, lê ez niha pir pîr bûme, bawer nakim bi saxî vê arezûya mezin bibînim. Herçend baş dizanim, ku gelê Kurd di paşerojeke nêzîk de yê sedîsed (%100) pîroz bin, yê bigehin armancên xwe yên dîrokî. Hesreta min ya herî mezin ew e, ku rojekê Kurdistan tev bibe yek û dewleteke Kurdan jî di dinyayê de hebe…(Bi girî)… Ax ka ew roj, yê kengî bê?!…
Dema mirim, ez dixwazim mizgîniya azadiya Kurd û Kurdistanê ji bo serokkomarê Kurdistanê bibim bin axa Kurdistanê… Bawer bike ev mezintirîn daxwaza min ji hemû gelê Kurdistanê ye, ez tiştekî din ji we naxwazim… Roja ez mirim jî, min li jêr pêyên Qazî veşêrin, bila ez ji wî dûr nekevim (bi dengekî bilind digirî)…
Kakşar. OREMAR, navdarenkurd@hotmail.com